Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin

Rêxistina Mafê Mirovn a Patricor ragihand ku li Şengalê gorek komî ku di dema êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an li dijî herêmê de hatiye çêkirin, hatiye dîtin.

Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin
9 gulan, 2023   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyê, li ser îxbarekê, Rêveberiya Polîsan a li Şengalê li navenda Şengalê lêkolîn kiriye û goreke komî dîtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di gorê de hestiyên jin û zarokan hatin dîtin, ku beşek jê ji pêkhateyên Şîa ne ku di sala 2014’an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine qetilkirin. Mixabin di encama pêvajoya betonkirina dibistanekê de îskeletên wan ji aliyê şofê ve hatine xerakirin."

Li Şengalê heta niha 85 gorên komî hatine dîtin. Di 15'ê Adara 2019'an de bi amadebûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî pêvajoya kolandina yekem gora komî li gundê Koçoyê ya Şengalê destpê kir.