Etarên dawî!

Etartiya ku êdî ji holê radibe, li pey xwe dîmenên nostaljî dihêle. Bavê Rêzan û kurê xwe jî etarên dawî yên Qamişlo ne. 

Etarên dawî!
Etarên dawî!
Etarên dawî!
Etarên dawî!
Etarên dawî!
Etarên dawî!
9 gulan, 2023   07:08
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Mezinbûna bajaran, bazirganiyê û bazarên qelebalix etartiya ku di heman demê de civakîbûn pêş dixist jî, tune kiriye. Li bajarê Qamişlo ku heta demek berê jî hem li kolanên bajêr hem jî li gundan hejmarek diyar a etaran hebû, niha tenê çendek mane. 

Mihemed Emîn Ebdulhemîd Hac Elî yek ji van çend kesan e. Hac Elî di sala 1960`î de li taxa Hilêliyê ya Qamişlo jidayik bûye û ji sala 1984`an ve etartiyê dike. Li Hilêliyê ku wê demê gund bû ev kar ji bavê xwe fêr bûye. Hac Elî di nava gel wekî “Bavê Rêzan” tê nasîn; di salên destpêkê de etartî bi erebokên ji texte hatine çêkirin kiriye. Niha jî bi motorê 3 teker karê xwe didomîne. Berê hem li nava bajêr, hem jî li gundan digeriya, lê niha tenê li taxên qeraxa bajar digere û alavên baqijiyê, şûştin, alavên xwarin û vexwarinê yên malê difiroşe.

Bavê Rêzan bi vî karê ku ev 39 sale didomîne 8 zarok xwedî kirine û fêrî kurê xwe yê bi navê Rêzan Hac Elî jî kiriye. Niha ew li aliyekî bajêr, kurê wî jî li aliyê din karê xwe dimeşînin. 

Bi riya karê xwe têkiliyek baş li gel welatiyan çêkiriye û li hemû taxên ku lê digire tê nasîn û heskirin. Li her taxekê cihên rawestîna wan diyar e û şêniyên taxê jî van deran nas dikin; li gorî demsal, roj û saetan etar û şênî hev pêşwazî dikin. 

Mihemed Emîn (Bavê Rêzan) diyar kir ku bi wî bi welatiyan re pêwendiyek gelekî baş ava kiriye û hîn didomîne.

Etarên dawî yên li kolanên Qamişlo, dîmenek nostaljîk (heskirina ji bo terzek jiyana borî) nîşan didin.

(a)

ANHA