​​​​​​​Komxebata Hunera Şêwekariyê taloq bû

Desetya Çandê, Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava ku dihat payîn sibê li Kobanê û Qamişlo bê lidarxistin, taloq kir.

​​​​​​​Komxebata Hunera Şêwekariyê taloq bû
9 gulan, 2023   07:06
KOBANÊ

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen diyar kir ku amadekariyên Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava ya li Kobanê û Qamişlo bi dawî nebûne, ji ber wê jî komxebat hatiye taloqkirin.

Li gorî desteyê, komxebata li Kobanê heta 20`ê Gulanê, ya li Qamişloyê jî heta 28`ê Gulanê hatiye taloqkirin.

Dihat payîn ku sibê (10`ê Gulanê) 4`emîn Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava li Kobanê bihata lidarxistin. Komxebata li Qamişloyê jî biryar bû ku 20`ê Gulanê bihata lidarxistin.

(c)

ANHA