Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwest

Şêniyên kantona Qamişloyê sersaxî da malbatên şehîd Bender Elî El Mizel, Muzaffer Derwîş Elwan û Ziyad Ehmed El Îbrahîm re xwest.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwest
8 gulan, 2023   13:07
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê ji bo şervanê QSD‘ê Bender Mihemed Elî El Mizel (Ugab Til Koçer) yê 5‘ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Qeyrewan ê Til Hemîsê de şehîd bûbû û gerîlayê HPG‘ê Muzaffer Derwîş Elwan (Egîd Zîlan) ê  ku 29‘ê Çileya 2023‘yan li Zapê şehîd bûbû konê sersaxiyê li qada Goristana Şehîd Ugab El Ewsed veda. Bi sedan şêniyên kantona Qamişloyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û şêx û rûspiyên eşîran herikîn bin kon û sersaxî dan malbatên şehîdan.

Di bin kon de axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê Ehmed Elî sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Çilaxa ya PYD‘ê Sirûr El Şetî bal kişand ser rola şehîdan a parastina ewlehiya herêmê û got: "Em bi şehîdên xwe yên ku ji bo azadiya me giyanê xwe dan, serbilind in. Xeta têkoşîn û berxwedanê ya li ser şopa şehîd Ezîzî Ereb wê li hemberî êrişên dagirkeran dewam bike."

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçerê Mehmûd Ubeyd jî li dijî êriş û planên qirkirinê banga hevgirtinê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li navçeya Til Hemîsê jî sersaxî ji malbata şervanê QSD‘ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm (Ramî Til Hemîs) re hat xwest. Ramî Til Hemîs jî 5‘ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser nuqteya parastina ewlehiya kampa Holê ya li gundê Qeyrewan de şehîd bû.

Di merasîmê sersaxiyê de, endamê Meclisa Leşkerî ya Til Hemîsê Xelîl El Nasir sersaxî ji malbata şehîd Ramî re xwest û got: "Em ji dewleta Tirk a faşîst re teqez dikin ku çi dibe bila bibe em dev ji xala xwe bernadin û em ê wê biparêzin. Heta em sax bin em ê şopdarên xeta berxwedanê bin."

El Nasir bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi hêzên leşkerî re hevgirtî bin û wiha domand: "Li hemberî planên osmaniyan em bendek asê bin. Têkoşîn û fedakarî ji me tê xwestin. Divê ciwanên me tev li perwerdeyan û hêzên leşkerî bibin da ku xaka xwe ji êrişên dagirkeran biparêzin."

BANGA WELAT BERSIVAND

Li ser navê malbata şehîd, Xidir El Nasir jî anî ziman ku ew bi şehadeta Ziyad serbilind in û got: "Şehîd Ziyad banga welat bi cih anî û ji bo parastina xaka ku bi xwîna şehîdan a pak hatiye avdan jiyana xwe da."

Endamê Meclisa Til Hemîsê ya PYD‘ê Xalid El Sadûn jî diyar kir ku bi saya şehîdan herêm aram e  û got:  "Em gelekî xwedî îrade ne ku li hemberî planên bi armanca kolekirina gelan û jihevxistina yekitiya wan disekine."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7vcMBwjtZl4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>