Di bombebarana li ser sînorê Urdinê de bazirganekî hişbirê û malbata wî hatin kuştin

Di bombebarana vê sibehê ya li ser sînorê Urdin û Sûriyeyê de bazirganekî hişbirê tevî malbata wî hatin kuştin.

Di bombebarana li ser sînorê Urdinê de bazirganekî hişbirê û malbata wî hatin kuştin
8 gulan, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Horan Free, di êrişa hewayî ya vê sibehê ya li gundê Şeba yê li başûrê parêzgeha Siwêdayê yê li ser sînorê Urdinê de, bazirganê hişbirê Mirî Riwêşid El Rem tevî malbata wî ku ji 7 kesan pêk tê, hat kuştin.

Berbanga vê sibehê balafirên şer ku tê gotin ên Urdinê ne, 3 nuqte li Sûriyeyê kirin hedef. Kargeheke çêkirina hişbirê ya di navbera taxa Dahiye û bajarokê Xerab Şehem de jî bû hedef.

Der barê bombebaranê de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

) bb)