Li Kongoyê di lehiyê de 400 kes mirin

Li herêma Kîvû ya Başûr a Komara Kongoyê ya Demokratîk, herî kêm 400 kes ji ber lehiyê mirin.

Li Kongoyê di lehiyê de 400 kes mirin
8 gulan, 2023   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber barana ku 4'ê Nîsanê dest pê kir, li herêmên Bûshûshû û Nyamûkûbî yên Komara Kongoyê ya Demokratîk lehî rabû û hezaz çêbû.

Hate ragihandin ku heta roja yekşemê herî kêm cenazeyên 400 kesî hatine dîtin.

Rêxistinên civakî yên sivîl diyar dikin ku herî kêm 4 hezar û 300 kes jî winda ne.