​​​​​​​Iraq dê li ser mijara avê bi Tirkiye û Îranê re bicive

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku wan li ser lidarxistina civîneke têkildarî mijara avê ku dê di demeke nêzîk de bê lidarxistin, bi Tirkiye û Îranê re li hev kiriye.

​​​​​​​Iraq dê li ser mijara avê bi Tirkiye û Îranê re bicive
8 gulan, 2023   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê sekreterê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Iraqê Raid Çaşimî got wan li ser lidarxistina civîneke teknîk a girêdayî nîqaşkirina mijara avê ku dê di demeke nêzîk de bê lidarxistin, bi Tirkiye û Îranê re li hev kiriye.

Raid Çaşimî diyar kir ku ew hewl didin lihevkirinekê bi van her du dewletan re li ser mijara avê çêkin. Çaşimî got: “Her du welat piştgiriya daxwazên Iraqê dikin ku tê de daxwaza rakirina lihevkirina demkî û çêkirina lihevkirineke domdar hatiye kirin.”

Raid Çaşimî got: “Civînên berê yên Iraqê têkildarî mijara avê bi van her du welatan re hatine kirin. Ew civînên berê ji bo civînên nû bûne nexşereyêk û rêya civînên nû vekiriye.”

Her wiha Çaşimî da zanîn ku Iraqê her du welat li ser pêwîstiya lihevkirineke domdar Tirkiye û Îran agahdar kirine, ji ber ku niha rewşa avê li Iraqê di asteke xirab de ye.