Komîteya Şilêr banga cezakirina tecawîzkaran kir-HATE NÛKIRIN

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan, destdirêjiya ku çeteyan li zaroka Efrînê kiriye bi tundî şermezar kir. Komîteyê bêdengiya saziyên navnetewî jî rexne kir û xwest ku hesap were pirsîn.

Komîteya Şilêr banga cezakirina tecawîzkaran kir-HATE NÛKIRIN
8 gulan, 2023   09:33
QAMIŞLO

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku rojane hovîtiyan dikin, 6’ê Gulanê (2023) jî li Efrînê destdirêjî kiribû. Serçeteyê koma bi navê El Amşat (Suleyman Şah) Ehmed Memduh tecawuzî zarokek 10 salî kiribû.

Li ser belavbûna nûçeyê saziyên herêma Cizîrê jî hêrsa xwe anî ziman. Komîteya Şilêr a  Şopandina Mafê Zarokan têkildarî mijarê li pêşiya navenda xwe ya li Taxa Hilko ya Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyê serçeteyê tecawizkar hat nişandan û hat xwestin bê cezakirin.

Berdevka Komîteya Şilêr Jûliya Xelo daxuyanî xwend û bibîr xist ku ev ne bûyera yekemîn a li herêmên dagirkirî ye. Jûliya Xelo da zanîn ku rojane bûyerên bi vî awayî têne jiyankirin û bal kişand ku ji roja dewleta Tirkiye Efrîn dagirkiriye ve, bi rêbazên cur bi cur êrîşî jin û zarokan tê kirin.

 Jûliya Xelo destnîşan kir ku dewleta dagirker û çeteyên wê nahêlin saziyên ragihandinê derbasî herêmê bibin, lewma gelek bûyerên bi vî rengî çêdibin, lê nayên zanîn û eşkerekirin.

Jûliya Xelo di dawiya axaftina xwe de kiryarên hovane û bêdengiya saziyên navnetewî bi tundî şermezar kir. Jûliyayê her wiha bang li saziyên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirkiye û çeteyên wê bêdeng nemînin û hesabê bixwazin.

Komîteya Şilêr herêma Şehba û Efrînê jî têkildarî heman mijarê daxuyanî da. Daxuyanî li navçeya Ehdasê ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Evîn Dîngilî ve hate xwedin.

(he/a)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZP-4TBrmegI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>