Rojnameyên erebî vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî çawa nirxand?

Li gorî rojnameyên erebî, vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî encamên pêşketinên têkiliyên Eraban ên bi Şamê re ye û di çarçoveya hewldanên Erebistana Siûdî de pêk hat.

Rojnameyên erebî vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî çawa nirxand?
8 gulan, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî, şerê li Sûdanê û dosyaya penaberan a Tunisê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘VEGERA BIŞERT A SÛRIYEYÊ, KOMKARA EREBÎ JI KETINA NAVA NAKOKIYAN DÛR DIXE’

Li gorî rojnameya Ereb wezîrên karên derve yên Ereb di civîna xwe ya awarte de ku roja yekşemê li Qahîreyê hatibû lidarxistin, nakokiyên mezin ên herêmî û navneteweyî derbas kirin.

Rojnameyê wiha da zanîn: "Wezîrên karên derve yên Ereb ji bo vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî şert danî; divê Sûriye bi bo bidawîkirina şerê li ser xaka xwe kar bike.

Li gorî pisporan, vegera Sûriyeyê encamên pêşketinên têkiliyan Ereban ên bi Şamê re ne. Li ser vê yekê jî dewletên Kendavê têkilî pê re danîn û Tirkiye jî dest bi lihevkirina li gel wê dike.

Çavkaniyên erebî ji rojnameya El Ereb re got rejîma Sûriyeyê ne xwedî hêza îstîsmarkirina tiştên ku wekî "nakokiyên herêmî û navneteweyî” tên binavkirin e. Ev rewş çi qasî wekî destkeftiyekê xuya bike jî, dibe ku li dijî wê derkeve.”

Her wiha hate gotin tê payîn ku serokê hikumeta Şamê Esad piştî 12 salan ji bo civîna Ereban were vexwendin ku dê 19’ê Gulanê were lidarxistin.

‘ARTÊŞA SÛDANÊ Û HÊZÊN PIŞTEVANIYA LEZGÎN HÊVIYA LIHEVKIRINEKE EWLEHIYÊ DIKIN’

Rojnameya El Beyan têkildarî şerê li Sûdanê wiha nivîsî: "Nûnerên hêzên çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn berpirsyariya xwe ji bo bidawîkirina êş û azarên gelê Sûdanê anîn ziman.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî de ku vê sibehê derket, hate gotin nûnerên hêzên çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn roja 6’ê Gulanê li Cedayê dest bi dan û standinên pêş kir. Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji her du aliyan xwest ku bi cidiyet tev li dan û standinan bibin da ku ev armanc pêk werin: di demeke kurt de agirbest pêk were, alîkariyên mirovî bi hêsanî bigihêjin, xebatên xizmetguzariyê yên bingehîn pêk werin, ji bo agirbesteke mayînde divê demek ji bo pêkanîna diyalogên berfireh were diyarkirin.

Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn dest bi pejirandina danezana pabendbûnê ya ji bo parastina sivîlan û rêzgirtina xebata mirovî li Sûdanê kir.

Her wiha dest bi nîqaşkirina girtina tedîbîrên ewlehiyê kir ku li gorî wê alîkariyên mirovî yên lezgîn bi hêsanî derbas bibin.”

‘TUNIS: 20 HEWLDANÊN KOÇBERIYÊ HATIN TÊKBIRIN Û BI SEDAN HATIN RIZGARKIRIN’

Rojnameya Îtîhad a Îmaratê jî li ser penaberiya ji Tunisê, wiha nivisî "Rêveberiya Giştî ya Parastina Nîştimanî ya Tunisê duh ragihand ku di şevekê tenê de, 20 hewldanên derbaskirina sînorê deryayî têk birin û 805 kes hatin rizgarkirin.”

Rojnameyê li ser zimanê berdevkê hêzên parastinê Husamedîn El Cebabilî ragihand ku yekîneyên li bajarên Sefaqis û Mihdiyê di şeva navbera 5’ê Gulanê de 19 hewldanên derbaskirina sînorê deryayî têk birin û 782 kesên ku hewl dan sînor derbas bikin, rizgar kirin.  Li bajarê Nabilê jî di heman şevê de hewldaneke derbaskirina sînor hat têkbirin û 23 tunisî ku hewl dan sînor derbas bikin, hatin rizgarkirin.”

(bb)