Jinên efrînî xwest hesab ji tecawizkarên zaroka 10 salî bê pirsîn

Jinên koçber ên Efrînê bertek nîşanî tecawizkirina zaroka 10 salî li Efrîna dagirkirî da û daxwaz kir ku mafên jin û zarokan bên parastin û sûcdar bên cezakirin.

Jinên efrînî xwest hesab ji tecawizkarên zaroka 10 salî bê pirsîn
8 gulan, 2023   07:43
ŞEHBA-ZAYNEB ŞÊXO

Jinên koçber ên ji Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, têkildarî sûcê tecawizkirina zarokeke efrînî ya 10 salî ji aliyê çeteyekî koma “Sutlan Suleyman Şah (Emşat)” ve ji ajansa me axivîn û bertek nîşan dan.

Îlfet Henan diyar kir ku ji dema dagirkirina Efrînê de sûcên dagirkeran li wir dewam dikin û go: “Bi taybet li dijî jinan sûc tên kirin. Em kiriyarên çeteyên dewleta Tirk ên li hember jinan şermezar dikin. Rêxistinên mafê mirovan çavên xwe li van sûcan girtine. Em bang li rêxistinên jinan dikin ku pêşiya van kiriyaran bigirin.”

Henîfe Xoce jî bal kişand kişand ser rewşa xirab a li Efrînê piştî dagirkeriyê û got: “Ev zêdetirî 6 sal in li Efrînê aramî û ewlehî nîn e, gel bi tirs jiyan dike. Her dem sûcên kuştin, revandin û destavêtinê tên kirin. Tecawizkirina zarokek 10 salî jî mînakek wan sûcan e.”

Henîfa bang li rêxistinên mafê zarokan û mirovan kir ku mafên jin û zarokan biparêzin.

Zeyneb Qasêm destnîşan kir ku gelê Efrînê û bi taybet jinên Efrînê yên ku li wir mane, bi tirseke mezin jiyan dikin.

“Xuya ye ku sûcên li Efrînê nabînin” Zeyneb bi van gotinan bertek nîşanî helwesta rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan da û banga hesabpirsîna ji sûcdaran kir.

(c)

ANHA