​​​​​​​Li ser sînorê Sûriye-Urdinê teqîn

Li ser sînorê Sûriye-Urdinê gelek teqîn çêbûn. Çapemeniya Urdinê da zanîn ku teqîn ji ber bombebarana balafirên şer ên artêşa Urdinê ya li dijî bazirganên hişbirê çêbûne.

​​​​​​​Li ser sînorê Sûriye-Urdinê teqîn
8 gulan, 2023   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) berbanga vê sibehê, li herêma Hewd El Yermûk a li rojavayê Derayê teqîn çêbûn. Heta niha der barê windahiyên mirovî û madî de tu agahî nehatin parvekirin.

SOHR’ê ragihand ku heta vê kêliyê nayê zanîn ka ev dever ji aliyê Urdinê ve hatiye topbarakirin an na û got: "Hewldanên Urdinê yên bi hemahengiya bi rejîma Sûriyeyê re hene ku bazirganên hişbir bikin hedef. Nemaze Urdinê ragihand ku ew ê li dijî qaçaxçîtiya hişbirê bo xaka xwe, şer bike.”

Çapemeniya Urdinê jî ragihand ku li ser sînorê Sûriyeyê dengê teqînan hate bihîstin û da zanîn ku ev teqîn ji ber bombebarana balafirên şer ên artêşa Urdinê çêbûne. Her wiha li ser zimanê niştecihan ragihand ku dengê balafirên şer û teqînan ji herêma beramberî sînorê Sûriyeyê hatiye bihîstin.

Heta niha der bare bûyerê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî demek berê gef li hikumeta Şamê xwaribûn ku heke sozên xwe yên rawestandina derbaskirina hişbirê bo Urdinê bi cih neyne, dê êrişeke leşkerî li dijî Sûriyeyê pêk bînin.

(bb)