Li Şirnexê welatiyek hate qetilkirin

Welatiyê bi navê Temel Temel ê li gundê Setkarê yê navçeya Elkê ya Şirnexê li ber deriyê mala xwe di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Li Şirnexê welatiyek hate qetilkirin
8 gulan, 2023   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê, Temel Temel ê 50 salî ku birayê şaredarê berê yê BDP'ê Yûsûf Temel bû, duh êvarê li ber mala xwe êrişeke çekdarî lê hate kirin. Temel ku li mala wî hate reşandin, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

H dijminatiya Temel bi kesî re tune bû û çavkaniyên herêmî dibêjin, sûîqest lê hatiye kirin.

Cenazeyê Temel rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Xizmên wî yên agahî bihîstin bi zemaran berê xwe dan nexweşxaneyê.

Hate diyarkirin ku cenazeyê Temel ji bo otopsiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hate zanîn ku cenazeyê Temel wê îro dora saetên nîvro li gundê Setkarê were veşartin.