​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-5-2023
7 gulan, 2023   23:00

Şênî û malbatên şehîdan diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn e û gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca sereke ya têkoşîn û berxwedana me ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên kantona Qamişloyê ji Meclisa Edaleta Civakî xwest ku hesab ji kujerên jina ciwan a bi navê Nûra Îbrahîm bipirsin û cezayên giran li wan bibire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên koçber ên Efrînê bertek nîşanî tecawizkirina zaroka 10 salî li Efrîna dagirkirî da û daxwaz kir ku mafên jin û zarokan bên parastin û sûcdar bên cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi beşdarbûna bi dehan şêwekaran, 4’emîn Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê roja 10’ê Gulanê li bajarê Kobanê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameya Serxwbûn a Kurdî bi hejmara 496’an bi manşeta “Dema dema avakirina jiyana azad e” gihîşt ber destê xwendevanan. (BI WÊNE)

Li gel ku Sûriye di rêza pêşdawiyê de ye di lîsteya Transparencya Înternational de ye, aloziya aborî kûrtir dibe, banê rişwetan bilind dibe, leşkerkirin tenê para xizanan e. (BI WÊNE)

Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan têkildarî sûcê destdirêjiya li dijî zarokekê li Efrînê li pêşiya navenda Kongra Star a Qamişlo daxuyanî dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo sersaxî didin malbata şehîd Diyab Îbrahîm saet di 10:00`an de. şêniyên navçeyên Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Igab Til Koçer û Egîd Zîlan dibin ku li Goristana Şehîd Igab El Eswed e saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo, Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û navçeya Tirbespiyê û rojavayê Dêrazorê di çarçoveya hemleya “Bi rihê apoyî xwe nû bikin û di cenga azadiyê de bi ser kevin” de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanên cuda li dar dixin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan û saziyên wê yên Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina sûcê tecawîzkirina zarokekê ji aliyê çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ve li navenda xwe ya li taxa Xelîc daxuyaniyek dide saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA