DYA: Sûriye vegera li Komkara Erebî heq nake

DYA`yê vegerandina Sûriye li Komkara Erebî rexne kir û got: “Şam ne layîqî vegerê ye.” DYA`yê diyar kir ku ew bawer nake ku El Esed dixwaze alozî çareser bibe.

DYA: Sûriye vegera li Komkara Erebî heq nake
7 gulan, 2023   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA`yê got: “Tevî wê jî, Washington difikire ku şirîkên ereb hewl didin ku peywendiya rasterast bi El Esed re ji bo çareserkirina aloziya li welêt bi kar bînin. Ew têkdilarî armancên dawîn ên biryarê, bi wan re ye.”

Berdevkê Komkara Erebî ragihand ku di dawiya civîna wezîrên derve yên ereb de, biryar hat stendin ku Sûriye li Komkara Erebî vegere.

(şx)