Sûriye li Komkara Erebî vegeriya

Berdevkê Komkara Erebî Cemal Ruşdî ragihand ku piştî zêdetirî 12 salan Sûriye dîsa wek endama dayîm a Komkara Erebî hatiye qebûlkirin.

Sûriye li Komkara Erebî vegeriya
7 gulan, 2023   12:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Komkara Erebî Cemal Ruşdî ragihand ku wezîrên karên derve yên dewletên Komkara Erebî di civîna îro de biryara vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî piştî zêdetirî 12 salan ji taloqkirina endamtiya wê, daye.

Çend meh piştî destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyeyê, endamtiya Sûriyayê ya Komkara Erebî di 2011`an de hatibû taloqkirin.

Di demên dawîn de di nav de Siûdiyê û Misir gelek dewletên Ereban peywendiyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerandin.

(c)