Li dijî sûcên dagirkeran li Efrînê banga destwerdana lezgîn

Seroka Desteya Jinan a Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê ji ber sûcê tecawizkirina zarokekê li Efrîna dagirkirî bang li rêxistinên hiqûqî û komeleyên jinan kir tavilê destwerdanê bikin.

Li dijî sûcên dagirkeran li Efrînê banga destwerdana lezgîn
7 gulan, 2023   12:30
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh ragihandibû ku serçeteyê koma “Sultan Suleyman Şah (Emşat)” zarokeke efrînî ya 10 salî li ser rêya Efrînê dema bi dayika xwe re bû, tecawiz kiriye.

Çavkaniyekî ji ajansa me re daxuyand ku çeteyê bi navê Ehmed Memdûh (Ebû Deham) piştî   ku zarok tecawiz kir, reviya gundê Kora yê Cindirêsê. Tecwazkirina zaroka efrînê bû sedema hêrs û nerazîbûna xwecihên herêmê.

Seroka Desteya Jinan a Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Emîne Mela Hesen têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Emîne got ku ji dema dagirkirina Efrînê de dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cuda sûcên hovane li dijî Kurdan û jinan bi taybet dewam dike.

Emîne destnîşan kir ku para mezin ji sûcên dagirkeran a jinan e û wiha pê de çû: "Sûcên kuştin, revandin û tecawizkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan bi taybet li dijî zarokên keç pir in.”

Emîne bang li rêxistinên navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bikin.

Emîne Mela Hesen bal kişand ser guhertina demografiyaya herêmê jî û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev sûc nîşaneya qutkirina herêmê ji xaka Sûriyeyê û tevlêkirina wê li xaka Tirkiyeyê ye."

(fr)

ANHA