Li dijî 3 dibistanên din êrişên jehrî pêk hatin

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku duh (6`ê Gulanê) 3 dibistanên din ên keçan bi êrişên bi gazên jehrî re rû bi rû mane û hejmareke xwendekar jehrî bûne.

Li dijî 3 dibistanên din êrişên jehrî pêk hatin
7 gulan, 2023   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporan, dibistanên ‘Maes’ û dibistana ‘Ummul Mumînîn’ a li Merîwanê û dibistana li bajarê Hemedanê rastî êrişa jehrî hatine û çend xwendekar bi jehrê ketine.

 Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw jî ragihand ku malbatên xwendekaran dixwestin keçên xwe ji dibistanê derbixin lê piştî ku li ber dibistanê kom bûn, hêzên ewlehiyê rê li wan girtin.

Li gorî raporên mafên mirovan, 8 dibistanên keçan ên li bajarên Sine, Benah, Seqiz, Yezd, Tehran û Kirmaşanê rastî êrişên gaza bi jehrî hatine. Ji ber berdewamiya êrişa gaza bi jehrî ya li ser dibistanên Îranê, hejmarek parêzerên Kirmaşanê, li Rojhilatê Kurdistanê hişyarî li ser ziyanên cidî yên ji ber bûyerên jehrîkirinê, dan û teqez kirin ku hikûmet neçar e ziyanên madî û manewî yên ku ji ber van bûyeran pêk hatine telafî bike.

Encûmena Hemahengiya Sendîkayên Mamostayan li Îranê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku wê 9’ê Gulanê bi armanca şermezarkirina van êrişan û ji bo bicihanîna daxwazên mamosteyan û başkirina rewşa wan, çalakiyek li dar bixin.

(c)