Samih Şukrî: Destwerdanên derve aloziya Sûriyeyê kûrtir kir

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Sahim Şukrî anî ziman ku destwerdanên derve yên domdarî aloziya Sûriyeyê kûrtir kir.

Samih Şukrî: Destwerdanên derve aloziya Sûriyeyê kûrtir kir
7 gulan, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî ku di civîna Komkara Erebî a têkildarî vegera Sûriyeyê li komkarê de aixvî, xwest ku rûpela xemgîniyê ya Sûriyeyê were tewandin.

Samih Şukrî bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo vegera penaberên Sûriyeyê yên li deveyî welat kar bike. Her wiha bang li hikumetê û tevgerên siyasî kir ji bo dîtina çareseriyeke siyasî bixebitin.

Şukrî hikumeta Şamê wek berpirsa nedîtina çareseriya siyasî nîşan da û got: “Destwerdanên derve aloziya Sûriyeyê kûrtir kir.”

) bb)