Dayikên Aştiyê piştgirî da Partiya Çepên Kesk

Dayikên Aştiya yên Herêma Firatê bang li welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku ji bo guhertina rejîma AKP`ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Dayikên Aştiyê piştgirî da Partiya Çepên Kesk
7 gulan, 2023   11:56
KOBANÊ

Dayikên Aştiyê yên Herêma Firatê bi daxuyaniyekê bang li welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Daxuyaniya ku li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê hat dayîn, ji aliyê hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî, Ronahî Ehmed ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bang li xelkê Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê hate kirin ku ji bo guhartina rejîma zordest a li Tirkiyeyê û avakirina pergaleke demokratîk dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Her wiha hate destnîşankirin ku divê pergaleke ku dikare tevahî pêkhateyan bi ziman û rengên wan hembêz bike, were avakirin û wiha dom kir: “Ji bo vê jî divê şêniyên Bakurê Kurdistanê nekevin xefka îdia û dek û dolabên AKP′ê ya ku dixwaze bi dengên gel bigihêje desthilatdariyê û piştre wan qir bike.”

Dayikên Aştiyê piştgiriya xwe bi Partiya Çepên Kesk re anî ziman û got: “Welatiyên Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de ne bi tenê ne, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê tevahî bi wan re ne.”

(fr/c)

ANHA