​​​​​​​Strana ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk: DENG BIDIN

Hunergeha Welat bi armanca destekdayîna Partiya Çepên Kesk, stranek bi navê “Deng Bidin” amade kir. 

​​​​​​​Strana ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk: DENG BIDIN
6 gulan, 2023   05:47
QAMIŞLO

Pêvajoya hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê ku dê 14’yê Gulanê (2023) li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk werin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bi baldarî tên şopandin. Piraniya sazî û dezgehên herêmê jî wekî gelek aliyên cîhanê di wê baweriyê de ne ku dê encamên hilbijartinê bandorê li vir jî bikin. Lewma girîng dibînin û ji bo Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê desteka xwe nîşan didin.

Piştgiriyek jî, ji qada hunerê hat. Hunergeha Welat ku navenda wê li Kantona Qamişlo ye, stranek bi navê “Deng Bidin” amade kir.   

Di stranê de bang li gelê Bakûr tê kirin ku ji bo maf û azadiyan biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

GOTINÊN STRANÊ:

Deng bidin

Deng bidin rabin

Deng bidin Partya Çepa Kesk

Deng bidin jin û jiyanê

Pêl bidin wek behra Wanê

Bibin lehî bibin tofan

Ber bi sindoqa dengdanê

Sindoq dengê gelan e

Bo maf û doza însan e.

Deng bidin rabin dend bidin

Dawî û gora faşîstane

Bi hevre dest û tiliya hildin

Bi hev re bêjin bêjin bêjin

Partiya Çepa Kes

Partiya Çepa Kes.

(he/a

ANHA