​​​​​​​Li ser şopa pêşiyên xwe qirkirin û mêtingeriyê didomînin

Li Sûriye û Lubnanê 6'ê Gulanê wek Cejna Şehîdan tê pêşwazîkirin. Di sala 1916'an de desthilata Osmaniyan li Sûriye û Lubnanê zêdetirî 20 rewşenbîrên ku li hemberî sûcên wan rabûn, darve kirin. Dewleta Tirk a dagirker li ser şopa pêşiyên xwe xeta qirkirin û mêtingeriyê didomîne.

​​​​​​​Li ser şopa pêşiyên xwe qirkirin û mêtingeriyê didomînin
​​​​​​​Li ser şopa pêşiyên xwe qirkirin û mêtingeriyê didomînin
​​​​​​​Li ser şopa pêşiyên xwe qirkirin û mêtingeriyê didomînin
6 gulan, 2023   06:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Osmanî gelek komkujî li dijî gelên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hwd pêk anîn. Neviyên Osmaniyan anku AKP û alîgirên wê yên dewleta Tirk li ser xeta pêşiyên xwe dimeşin û polîtîkayên qirkirin û mêtingeriyê didomînin.

Di sala 1908'an de Tirkên neteweperst, di serî de Partiya Îtyîhad û Terakkî desthilata dewleta Tirk bi dest xist. Bi vê yekê re netewe û zimanê tirkî li ser neteweyên din ferz kir û sûcên herî hovane li dijî muxalifan kirin.

Herêma Bîlad El Şam an ku Sûriye, Lubnan, Filistîn, Urdin û Iraqê ji sala 1516'an ve heta sala piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn sala 1918'an di bin dagirkeriya Osmaniyan de ma.

Di sala 1914'an de piştî ku wezîrê deryayî yê Osmaniyan Cemal Paşa wek fermandarê giştî yê hêzên Tirk li Bîlad El Şamê hat erkdarkirin, zextên li ser Bîlad El Şam zêdetir bûn. Cemal Paşa bac, zimanê tirkî û leşkertiya neçarî ferz kirin. Piştî ku dewleta Osmanî pêkanîna biryarên Kongreya Parîsê ya 1913'an red kir, rewşa li herêmê aloztir bû. Ji biryarên Kongreya Parîsê; divê Ereb beşdarî rêvebirina welat bibin û di çarçoveya dewleta Osmanî ya wê demê de xwedî rêveberiyeke xweser bin. Lê Osmaniyan polîtîkayên xwe yên şovenîst zêdetir kirin û berhemên herêmê talan kirin. Ji wê zêdetir siyasetên tirkkirina kevneşopa ziman û şaristanî li herêmênên ku dagir kiribûn, dimeşandin. Gelê herêmê, bi taybetî çîna rewşenbîr, siyasetmedar û rûspî li hemberî van siyasetan rabûn û banga derketina Osmaniyan ji welat kir.

Osmaniyan ji bo ku serhildêran bitirsîne sûc û binpêkirinên xwe zêde kirin. Li hemberî vê yekê jî bi pêşengiya rewşenbîr û siyasetmendaran şoreşê dest pê kir û bangên tevlêbûna li Şoreşa Mezin a Erebî hat kirin ku ji bajarê Hîcarê bi armanca hilweşandina hikumê Osmaniyan dest pê kir.

Li dijî vê yekê Cemal Paşa di Dadgeha Siwerê ya Lubnanê biryara darvekirina hejmareke rewşenbîr û welatparêzên li Şam û Beyrûtê kir. Desthilata Osmaniyan ev biryar di 21'ê Tebaxa 1915'an û 6 Gulana 1916'an pêk anî û gelek rewşenbîr û welatparêz li qada Burc a Beyrûtê (Qada Şehîdan) û Qada Mercê ya Şamê darvekirin.

Wekî tolhildana li hemberî komkujiya li dijî Ermenan a sala 1915'an ku di encamê de zêdetirî milyon û nîv Ermenî bûn qurbanî, kesê Ermenî yê bi navê Estefan Zaxîkan, Cemal Paşa di sala 1922'yan de li bajarê Teblîsê kuşt.

ZÎHHIYETA QIRKIRINÊ DIDOME

Piştî ku AKP'ê desthilata Tirkiye bi dest xist, Recep Tayyîp Erdogan û berpirsên partiyê eşkere behsa vegerandina serketinên dewleta Osmanî kirin û xwe wekî Osmaniyên nû bi nav kirin. AKP'ê ku heta niha li ser desthilatê ye bi heman zihniyeta Osmaniyan planên mêtingerî û qirkirinê didomîne.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re, dewleta Tirk hin deverên Sûriyeyê dagir kirin. Di Tebaxa 2016'an de Cerablus, Ezaz û Babê dagir kirin, di 20'ê Çileya 2018'an êrişên dagirkirinê bire ser kantona Efrînê û di 18'ê Adara heman salê de Efrîn dagir kir. Di nava  2 mehan tenê de 12 komkujî li Efrînê pêk anîn û heta niha sûcên kuştin û guhertina demgorafiyê didomîne.

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkirinê yên Cotmeha 2019'an de yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de planên xwe yên qirkirinê berdewam kirin.

Dewleta Tirk a dagirker senaryoyên ‘darvekirina rewşenbîr û muxalifan’ didomîne û di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, sivîlan, nûnerên gelên herêmê, fermandarên leşkerî û rayedarên partiyên siyasî yên ku roleke mezin di rêvebirin û parastina herêmê de dilîzin, dike hedef da ku gel bitirsîne û wê neçar bike ku serî bitewîne.

Komkujiya herî hovane di êrişên li ser Serêkaniyê de eşkere dibe ku roja 13'ê Cotmeha 2019'an de rasterast karwanekî sivîlan bombebaran kir. Di encamê de di nav de rojnamevan 13 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 70 kes birîndar bûn. Her wiha qetilkirina Sekretêra Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 a di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de ku 12 Cotmeha heman salê kiribû, mînaka hovane ya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ye.

Dewleta Tirk êrişên xwe yên bi balafiran, tank, top û moşekan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û gefa dagirkirina herêmên nû dixwe. Di encama êrişên sala 2022'yan de di nav de 15 zarok û 58 şervan bi giştî 119 kes hatin qetilkirin, her wiha di nav de 48 zarok û 23 şervan, bi giştî 292 kes birîndar bûn. Dîsa jî 59 endamên hêzên hikumeta Şamê ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da û 91 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişan de 29 dibistan, 4 navendên tenduristiyê, 10 cihên olî, bi dehan stasyonên petrol, gaz, kehrebe û şebeyên telefonan û navendên xizmetguzariyê kirin armanc û 2 caran çekên qedexekirî bi kar anîn.

Serokê Partiya Destpêkê Sûriye (Sûriye Ewelen) Selman Şebîb li ser mijarê got: “Heke hin guhertinên şeklî çêbibûn bi taybet di serdema AKP'ê de, lê heqîqet di cewher de ye. Siyasetên osmanî yên mêtîngerî, çewisandina gelan û desteserkirina mafên gel hîna berdewam in. AKP'ê xwe wekî xwediyê rewa yê serdema Osmanî û berdewamiya wê dibîne. Ev yek di kiryarên wê yên li ser erdê de eşkere dibin ku li dijî gelên li Tirkiye û gelên li welatên derdorê pêk tîne. Dewleta Tirk dixwaze rêwitiya jiyan û dîroka reş ya Osmaniyan vegerîne."

Selman Şebîb diyar kir ku tu ferq di navbera zihniyeta Osmaniyan û ya dewleta Tirk a heyî de tune ye û got: "Armancên ku hikumeta Erdogan radighîne vejandina împratoriya Osmanî li ser hesabê gelan û welatên cîran bi taybet Sûriye û Iraq in. Her wiha armanca wê firehkirina qada dagirkeriya xwe li Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk li herêmên ku dagirkirine siyasetên sîstematîk ên tirkkirin û guhertina demgorafiyê ferz dike. Ev siyaset dîroka Osmaniyan a kevn dûbare dike, lê bi rê û rêbazên nû tên meşandin."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban rewşenbîrên ku di 6'ê Gulanê ji aliyê Osmaniyan ve hatin darvekirin bi bîr anîn û got: "Ev boneyeke bi êş e, lê nîşaneyên wê pir in. Dewleta Osmanî bi sedên salan herêmên Ereban dagir kirin, paşketin, tarîtî û nezanî li herêmê belav kirin. Mixabtin heta vê kêliyên hovîtiya împratoriya Osmanî ya tarî li gorî asta ku hatiye kirin nehatiye belgekirin.”

Îbrahîm Şaban anî ziman ku Roja Şehîdan wê di wijdanê rewşenbîrên Ereb de zindî bimîne û wiha domand: “Roja Şehîdan wê di wijdanê rewşenbîrên Ereb de zindî bimîne, ne ji ber ku rojek tenê ye ku xwîna hejmareke mezin a rewşenbîrên Ereb ji aliyê xwînxwar Cemal Paşa ve hat rijandin, lê rojekeda ku em siyaset û sûcên qirêj bi bîr bînin. Divê ev roj di çaroveyeke berfireh de were bibîranîn û daxwaza dayîna tawîzan ji bo malbatên şehîdan û neviyên wan ên ku heta niha hene, were kirin.”

Şaban rewşenbîrên ku hatin darvekirin wekî Omer El Cezaîrî yê neviyê Ebdulqadir El Cezaîrî, nivîskar Ruşdî Şema, helbestvan û wêjevan Şefîq Beg Mueyd El Ezim, helbestvan Refîq Rizqi Selûm, ronakbîr û rojnamevan Ebdulhemîd El Zehrawî, nivîskar û rojnamevan Ebdulxenî El Erîsî, ronakbîr Selîm El Cezaîrî, nivîskar û helbestvan Omer Hamid û helbestvan û rojnamevan Corj Hedad  bi bîr anîn û got: "Lîste ji hejmarekek mezin a rewşenbîrên Ereb yên di navbera sala 1915'an û 1917'an de hatine darvekirin pêk tê. Ev siyaset ku xwînxwar ê dewleta Osmanî Cemal Paşa bi dijminahî û hovîtî kiribû  piştî binkeftina operasyonên wê yên li dijî Misirê û têkçûna Osmaniyan di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û jihevketina împratoriya wan pêk hatin. Cemal Paşa ewqas rewşenbîr darve kirin da ku tevgera neteweyî ya Ereb ya li Sûriye û Lubnanê ji holê rake û daxwazên derketina Osmaniyan ji herêmê bisekinîne. Mixabitin heta niha desthilata Tirk heman siyasetên mêtîngerî û qirkirinê li dijî gelan, bi taybet li bakurê Sûriyeyê û Iraqê û li dijî Kurdan didomîne.”

Tevî sûcên dewleta Tirk ên Sûriye, Iraq, Ermenistan û Lîbyayê, lê hinek dewlet lihevkirinê pê re dikin.

Tevî dijberiya bi salan a di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, tevî hewldanên dewleta Tirk ên hilweşandina hikumeta Şamê, her wiha tevî ku dewleta Tirk welat kiriye cihekî ewle ji terorist û çekdarên biyanî, lê Şamê di bin zexta Rûsyayê de û ji bo berjewendiyên xwe yên taybet biparêze, diyalogên bi armanca normalîzekirina têkiliyan bi dewleta Tirk re pêk tîne.

Di çend mehên dawîn de Misir û hinek dewletên kendavê tevgerên normalîzekirina têkiliyan bi Tirkiyeyê re dan destpêkirin. Li Iraqê jî tevî ku dewleta Tirk hin deverên wê dagirkirine û avê li ser qut dike, desthilata Iraqê diyalog û lihevkirina bi Tirkiyeyê re tercîh dike.

Siyasetmendarê misirî Îbrahîm Şaban got: "Tu ferq di navbera zihniyeta Osmanî û ya dewleta Tirk a heyî de tune ye. Ji bo lihevhatina bi dewleta Tirk re jî tu hincet û sedem tune ne. Mixabin, Tirk bi taybet di serdema Erdogan de rû û qadên xwe bi dewletên Ereban re spî nekiriye. Mixabin siyasetên pozbilinandî yên Tirkan yên li herêmê hîna li pêş in."

Selman Şebîb jî got: "Li gel ku partiya serdest a li Tirkiye û Erdogan û alîgirên wê heman siyasetên osmanî yên çavnebarî û dijminane dimeşînin da ku projeyên xwe yên ku xeternak pêk bînin e, lihevhatina bi vê zihniyetê re ne gengaz e ji ber dewleta Tirk ku gefan li ewlehiya neteweyî dixwe û xetereyê li ser dewletên cîran û gelên wê û gelê Tirkiyeyê çêdike. Ji bo lihevhatinê divê Tirkiyeyê sînorê xwe nas bike, mafên gelên li hundir û dewletên derdorê nas bike û rêzê ji sînor û serdestiya welatan bigire.”

TÊKOŞÎNA YEKPARE

Şebîb bang li gelên herêmê kir ku li hemberî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk bisekinin û got: “Di serî de ji hêzên siyasî û civakî tê xwestin ku xetereyên siyasetên dewleta Tirk ên li ser siberoja herêmê nas bikin û ji bo têkbirina planên dijminane yên dewleta Tirk ji me tevahî Sûriyayan tê xwest ku têkoşîneke yekpare pêk bînin.”

(bb)

ANHA