Li Minbicê 4'êmîn Mîhrîcana Werzîşê

Bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê" 4'emîn Mîhrîcana Werzîşê li Minbicê hat lidarxistin.

Li Minbicê 4'êmîn Mîhrîcana Werzîşê
Li Minbicê 4'êmîn Mîhrîcana Werzîşê
Li Minbicê 4'êmîn Mîhrîcana Werzîşê
Li Minbicê 4'êmîn Mîhrîcana Werzîşê
Li Minbicê 4'êmîn Mîhrîcana Werzîşê
Li Minbicê 4'êmîn Mîhrîcana Werzîşê
5 gulan, 2023   20:31
MINBIC

4 'emîn Mîhrîcana Werzîşê ji aliyê Yekitiya Werîşê ya Minbicê û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê ve hat organîzekirin. Mîhrîcan  bi armanca piştgiriya werzîşvanan û pênasekirina çandên civakî yên Minbicê û bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê" hat lidarxistin.

Mîhrîcan li yarîgeha 4'ê Nîsanê ya navenda bajarê Minbicê bi beşdariya endamên Yekitiya Werzîşê, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, şêniyên bajêr û mêvanên ji Tebqayê hat lidarxistin.

Di mîhrîcanê de koma  Minbicê ya Jinan şanoyek bi navê "Jin xwediya werzîşê ye" pêşkêş kir û koma Çerkes jî govendeke folklorî pêşkêş kir.

Her wiha lîstika taykwendo û maçeke futbolê di navbera tîma Îtîhad a bajarê Minbicê û tîma Seha ya Tebqayê de hatin pêşkêşkirin.

Yekitiya Werzîşê ya Minbicê tîmên Îtîhad û Seha xelat kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de stran ji aliyê hunermend Mistefa El Emîr hatin pêşkêşkirin.

(mh)

ANHA