​​​​​​​Di êrişa artêşa Tirk de 2 şervan şehîd bûn

QSD’ê da zanîn ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker a vê sibehê ya li gundê Qeyrewan ên Til Hemisê de 2 şervanên wan şehîd bûne.

​​​​​​​Di êrişa artêşa Tirk de 2 şervan şehîd bûn
5 gulan, 2023   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malpera Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrişa balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker a vê sibehê daxuyaniyek hate dayîn. QSD’ê da zanîn ku di êrişê de 2 şervanên şehîd bûne û diyar kir ku dê nasnameyên şehîdan di demên pêş de werin aşkerakirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Îro beriya nîvro saet di 10:00’an de, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker êrişî gundê Qeyrewan ê Til Hemisê kir. Di vê êrişê de hêzên ku ewlehiya Kampa Holê digirtin, hat hedefgirtin. Di encama vê êrişê de 2 şervanên me şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker berê jî êrişî hêzên ku ewlehiya Qampa Holê digirt, kiribû. Bi van êrişan armanc ev e ku ji bo xwe ji nû ve birêxistinkirina DAIŞ’ê, zemîn were avakirin. Der heqê bûyerê de agahiyên din û nasnameyên her du şehîdan di demên pêş de dê bi raya giştî re werin parvekirin.”