Balafirên dewleta dagirker êrişî nuqteya ewlekariya Kampa Holê kir

Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker nuqteyek ewlekariya Kampa Holê ya li Til Hemîsê ya Qamişloyê bombebaran kir.

Balafirên dewleta dagirker êrişî nuqteya ewlekariya Kampa Holê kir
5 gulan, 2023   12:22
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên nûçegihanê me li ser zimanê yek ji fermandarên hêzên leşkerî yên Til Hemîsê dane, artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke ewlekariya hêzên leşkerî ya Kampa Holê ku tê de malbatên çeteyan DAIŞ′ê heye bombebaran kir. Nuqteya hatiye bombebarankirin li gundê Qeyrewan ê başûrê Til Hemîsê ye.

Nûçegihan tu zirar û ziyanên li ser bombebarankirinê bi dest nexistin.

Di heman demê de tu aliyên têkildarî der barê hedefgirtinê de agahî parve nekirin.

(fr)

ANHA