Şêniyên Til Birakê sersaxî da malbata Melke Nasir El Ayid

Şêniyên Til Birakê ya Qamişloyê sersaxî da malbata endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Melke Nasir El Ayid û got heta şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser dikeve ew ê li ser rêça şehîdan bin.

Şêniyên Til Birakê sersaxî da malbata Melke Nasir El Ayid
5 gulan, 2023   11:20
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê merasîma sersaxiyê ya endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Melke Nasir El Ayid ku di encama qezayekê de li ser rêya navbera Dêrazor-Hesekê de şehîd bûbû, li dar xist.

Di merasîmê de endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hisên El Sadî axivî û fedakariyên şehîdan û parastina wan a ewlehiya herêmê pîroz kir.

El Sadî got: "Her şervanek, bi doza xwe bawer kir, rêya têkoşînê hilbijart û soza şopandina rêça şehîdan da."

Endamê Meclisa Navçeya Til Birakê Wenas El Ebdullah jî axivî û sersaxî da malbata şehîd û soz da ku rêça şehîdan bişopîne.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA