​​​​​​​Li Iraqê gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Iraqê de, li herêma Kerkûkê gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

​​​​​​​Li Iraqê gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
5 gulan, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand şeva borî bi balafirên şer nuqteyeke çeteyên DAIŞ’ê ya li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kir.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama bombebaranê de hemû çeteyên li wê nuqteyê hatine kuştin.

Her wiha hate gotin ku piştî bombebaranê hêzên wan çûne cihê bûyerê û da zanîn ku ew nuqteya herî mezin a çeteyên DAIŞ’ê ye ku tê de gelek çek û cebilxane û teqemenî jî hebûn.

Ev demek e hêzên ewlekariyê yên Iraqê li herêmên Kerkûk û Diyale operasyonên berfireh li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Rojane nuqte û kozikên çeteyan dikin hedef. Di heman demê de di nav bajaran de jî şaneyên wan yên veşartî tên girtin.