‘Bi perspektîfên Rêber Apo jin azad dibin’

Endamên Meclisa Jinên Ciwan a Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan jin ji koletiyê azad bûne.

‘Bi perspektîfên Rêber Apo jin azad dibin’
5 gulan, 2023   04:38
ŞEHBA

Endamên Meclisa Jinên Ciwan a Herêma Efrînê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.

Zelal Ebdo diyar kir ku ji 2 salan ve tu agahî ji Rêber Ocalan nîn in û got: “Dema ku em agahiyekî ji Rêber Apo nabihîzin, em her tim li hemberî dijmin bi kîn û nefret in.”

Zelal Ebdo wiha dewam kir: “Dijmin dixwaze gelê Kurd û Rêber Apo ji hev dûr bixe, her wiha tecrîdê jî girantir dikin da ku felsefeya Rêber Apo neyê belavkirin. Lê belê felsefeya Rêber Apo zêdetir belav dibe. Rêber Apo nefesa me ye, jiyana bêyî wî em qebûl nakin. Ji ber ku Rêber Apo jinan ji koletiyê rizgar dike."

Ciwana bi navê Xecîde Îbo diyar kir Rêber Abdullah Ocalan 25 sal e girtî ye û tecrîdeke girankirî li ser wî tê meşandin û wiha got: "Em tecrîda li ser Rêber Apo, lanetê lê dikin û şermezar dikin. Rêber Apo li hemberî modernîteya kapîtalîst şer dike. Ji 2 salan ve tu agahî jê nîn e. Ji ber vê jî kîna jinên ciwan li hember dijmin zêdetir dibe. Em tecrîdê bişikînin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin."

Zîn Henan jî tecrîd şermezar kir û got: "Tecrîda li ser Rêber Apo, cihê hêrs û kînê ye. Ji bo ku em Rêber Apo azad bikin divê têkoşîn û berxwedana me ji vê zêdetir be. Her roj divê jinên ciwan xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin. Tenê armanceke me niha heye, ew jî azadikirina Rêber Apo ye."

Zînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jinên ciwan di nava civakê de fikirên Rêber Apo belav dikin. Ji bo vê jî em ê her tim li qadan bidin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger dibe."

(zş)

ANHA