Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên şehîd Rênas û şehîd Dişad Badînî û diyar kir ku şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku gelê herêmê bigihînin azadiyê, bûn pir.

Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
Li Hesekê merasîma sersaxiya şehîd Rênas û şehîd Dilşad
4 gulan, 2023   11:58
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê QSD′ê şehîd Ehmed El Mutleq (Rênas) û şervanê Hêzên Komando şehîd Sabir Ehmed (Dilşad Badînî). Her du şehîd di 1′ê Gulanê de dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Hisên axivî û îşaret bi fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: "Şehîd ronahiya li asîmanê azadiyê ne û di oxira parastina xak û gelê xwe de canê xwe dan.”

Her wiha ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hemîd Hesen axivî û wiha got: "Şehîd Dilşad di nava malbateke welatparêz a xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de jiya."

Hesen destnîşan kir ku bi saya malbatên welatparêz gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştin qonaxên bilind ên berxwedanê û destekftî pêk anîn. Her wiha Hesen soz da ku li ser rêça şehîdan bin.

Endama Kongra Star a Hesekê Beyan Xelîl jî got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan xebat û têkoşînê bilind bikin.

(fr)

ANHA