Eniya Xiristiyan a Lubnanê însiyatîfa Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand

Eniya Xiristiyan a Lubnanê însiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo çareskirina aloziya penaberên sûriyeyî li Lubnanê bi erênî nirxand û bang li Lubnanê kir ku beyannameyê cidî di ber çavan re derbas bike.

Eniya Xiristiyan a Lubnanê însiyatîfa Rêveberiya Xweser bi erênî nirxand
3 gulan, 2023   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Xiristiyan a Lubnanê têkildarî vê însiyatîfê daxuyaniyek da û bang li dewleta Lubnanê kir ku bi awayekî cidî vê însiyatîfê binirxînin û deriya danûstandinan bi NY`yê re vekin da ku korîdoreke ewle di navbera Lubnan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vekin ji bo ku penaber veguhêzînin herêmê. Her wiha fişarê li rêxistinên bi guman bikin ku di çarçoveya bicihkirina sûriyeyiyan li Lubnanê de û têkilkirina di civaka lubnanî de, bi milyar dolar birin.

Eniyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku sekreterê giştî yê Eniya Xiristiyan û serokê Partiya Yekitiya Suryan a Cîhanê Îbrahîm Murad diyar kiriye ku însiyatîfa Rêveberiya Xweser ne ya yekemîn e, beriya wê sala 2017`an, bi xwe însiyatîfa Rêveberiya Xweser ragihand rêveberî, sazî û partiyên Lubnanê lê wan paşguh kir. Her wiha Murad eşkere kir ku serokê Partiya Hêzên Lubnanê Dr.Semîr Cece yekane kesê ku însiyatîf bi erênî nirxandiye û bi wî re hemû detayên wê nîqaş kirine û bang li sûriyeyiyan kir ku bi rûmeta xwe vegerin welatê xwe.

(şx)