`Asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê` rojeva roja 5`an a Hefteya Wêjeyî bû

Bi dehan nivîskar û helbestvan di roja 5`an a hefteya Wêjeyî de “Rexneya wejeyî” nîqaş kir.

`Asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê` rojeva roja 5`an a Hefteya Wêjeyî bû
`Asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê` rojeva roja 5`an a Hefteya Wêjeyî bû
`Asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê` rojeva roja 5`an a Hefteya Wêjeyî bû
`Asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê` rojeva roja 5`an a Hefteya Wêjeyî bû
`Asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê` rojeva roja 5`an a Hefteya Wêjeyî bû
`Asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê` rojeva roja 5`an a Hefteya Wêjeyî bû
3 gulan, 2023   17:49
KOBANÊ

Hefteya Wêjeyî-Sala Melayê Cizîrî li Kobanê di 29`ê Nîsanê de bi tevlêbûna gelek rewşenbîran, nivîskar, helbestvan û hezkiriyên wêjeyê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû.

Di roja 5`an a Hefteya Wêjeyî de, têkildarî rexneya wêjeyî û bandora wê li ser wêjeyê semînerek hat dayîn. Lêkoler Ehmed Hac Elî ku ji Minbicê tev li Hefteya Wêjeyî bûye, semîner bi rêve bir.

Hac Elî got wêje zindiyek pêşketî ye û hin caran di cemidandinê û bêîstîqrariyê re derbas bûye.

Her wiha Hac Elî têgeha rexneya wêjeyî nîqaş kir û got: “Rexneya wêjeyî, ji wêjeyê qut nabe. Mîna zarokê ku rast çepê xwe çedike û rexne jî, bavê aqilmend e ku zarok vedigerîne rêya rast.”

Hav Ehmed diyar kir ku cudabûn di navbera rexneyê û rexnegiriyê de heye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rexne, aliyên hêz û qelsiyê yên xebata wêjeyî nîşan dide. Lê rexnegerî, aliyên neyînî yên xebata wêjeyî nîşan dide.”

Piştî semînerê, beşdaran nêrînên xwe der barê de parve kirin.

Dûre Mezlûm Cemo û Mehmûd Misto helbestên bi zimanê kurdî û Fatme Hemîd bi zimanê erebî xwendin.

Sibe roja dawîn a Hefteya Wêjeyî ye, wê mijara rola rexneyê di pêşxistina wêjeyê de were nîqaşkirin, çîrokên bi zimanên kurdî û erebî werin xwendin.

(şx)

ANHA