Ji KCKʹê banga "Li hemberî provokasyonên li dijî Êzidiyan xwedî helwest binʹʹ

Komiteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê têkildarî provokasyonên li dijî Êzidiyan daxuyaniyek da û got: "Em bang li derdorên siyasî yên Iraqê dikin ku li hemberî van polîtîka û helwestên şaş xwedî helwest bin û pirsgirêkan li ser esasê diyalogê çareser bikin."

Ji KCKʹê banga "Li hemberî provokasyonên li dijî Êzidiyan xwedî helwest binʹʹ
3 gulan, 2023   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komiteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, di serî de Iraq û Başûrê Kurdistanê, têkildarê provokasyonên li dijî Êzidiyan, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Êzidî civakek in ku rêzdariyê ji bo hemû baweriyan û aştiya navbeyna baweriyan ji xwe re dike esas û çand û baweriyeke kevintirîn a cîhanê ye û wiha hat gotin: “Ji ber Kurd in û civaka kevintirîn a çand û baweriyê ne, bi caran êriş li wan hatine kirin, hatine qirkirin û herî dawî meha Tebaxê ya sala 2015’an li ber çavên hemû cîhanê rû bi rûyê qetlîama DAÎŞ’ê bû. Hêj jî dîmenên qetilkirina bi hezaran jin û ciwanên Êzidî bi hovîtî û nemirovî, di bîra alema cîhanê de ne. Tevî ku Êzidî di dîrokê de rû bi rûyê her êrişê bûne, hemû hebûna xwe li ser axa xwe parastiye, hem jî êrişê tu gel û baweriya ne ji wan be nekiriye, bi mirovên ji baweriyên din re bi bi awayekê aştiyane û dostanî û têkiliyên cîrantiyê, zaniye bijî."

Di daxuyaniya Komîteyê de îşaret pê hat kirin ku bi rojan e kampanyaya lînckirina Êzidiyan tê birêvebirin û ev tişt hatin destnîşankirin:

HELWESTÊN ÊZIDIYAN BIKIN ARMANC, XETERNAK IN Û NABE KU BÊN QEBÛLKIRIN

Rojên dawîn di serî de Iraq û Başûrê Kurdistanê, mirov dibîne ku li derên cur bi cur hewila kirina provokasyonên cur bi cur li dijî Êzidiyan û baweriyan tê dayîn. Di nav komeke malbatên Iraqî de ku dixwazin bînin li Şengalê bi cih bikin, ji ber tê bawerkirin ku hin DAIŞ’î û yên bi DAIŞ’ê re bûne hevkar û Êzidî radestê DAIŞ’ê kirine hene, bi berteka rewa ya gelê Êzidî re, kesên heyî ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine destgîrkirin û tevî ku pirsgirêk çareser bûye, bi rojan e li dijî Êzidiyan kampanyayeke lînckirinê tê birêvebirin. Bi nûçe û daxuyaniyên derew û şaş ên wek ‘Êzidiyan mizgeft şewitandiye, êrişê Suniyan kiriye’ gelê Şengalê hatiye armanckirin. Ji bo êrişê kampên Êzidî lê dimînin bê kirin, bang tê kirin. Helwestên ku gelê Êzidî yê 73 caran ferman lê rabûye, bikin armanc, xeternak in û nabe ku bên qebûlkirin.

Heta niha tu rayedar û meqameke Başûr li ser vê mijarê tu daxuyanî nedaye, heta bi helwesta xwe bûne piştgir da ku Êzidî bibin armanc. Gelê me yê Êzidî ji êrişên DAIŞ’ê reviyaye, xwe li Başûr girtiye û li vir li kampan tê ragirtin û nayê hiştin ku vegere ser erdê xwe, rê li ber zext û êrişên bi her awayî yên berpêyî gelê me yê Êzidî vekirî tê hiştin.

XWEPARASTIN TEMÎNATA HEBÛNÊ YE

Li hember helwest û berxwedana gelê Kurd ku Peymana Şengalê ya 9’ê Cotmehê qebûl nekiriye, vê carê jî bi rêbazên qirêjî diyar e ku ji bo gel radest bibe provokasyonan dixin dewreyê. Bila bê zanîn ku gelê Şengalê û raya giştî ya demokratîk a Kurd wê vê qebûl neke. Bi provokasyon û êrişên dawîn careke din diyar bûye ku çiqas di cih de ye, temînata heqdarî û hebûnê ye ku Êzidî xwe bi xwe bi rê ve bibin û bibin xwediyên navgînê xweparastinê.

EM BANGA DIYARKIRINA HELWESTA XWE LI DIJÎ PROVOKASYONAN DIKIN

Hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, sazî û destgehên demokratîk, hemû aliyên ji baweriyan re rêzdar û aştîxwaz, em bang li hemûyan dikin ku li dijî van provokasyonan bibin xwedî helwest. Em her wiha bang li Serokkomarê Iraqê û hikûmetê û derdorên siyasî dikin ku li dijî van polîtîka û helwestan şaş, bibin xwedî helwest û li ser asasê diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Di serî de NY, em bang li hemû rêxistin û saziyên navneteweyî dikin ku li dijî provokasyonên wiha hestyar bibin û bibin xwedî helwest. Li dijî hemû êrişên bi armanca înkar û bêvînkirinê, em bang dikin ku bê sekinandin û li ser asasê parastina hebûn û nasnameya siyasî-çandî û baweriyê ya Êzidiyan, piştgirî ji bo berxwedan û têkoşîna gelê Şengalê bê dayîn.”