​​​​​​​Welatiyek bi guleyên leşkerên tirk birîndar bû

Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker ji sînor gule li welatiyên ji navçeya Amûdê berandin. Di encamê de welatiyek birîndar bû.

​​​​​​​Welatiyek bi guleyên leşkerên tirk birîndar bû
3 gulan, 2023   17:28
QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Adil Derbo ku xizmekî welatiyê birîndar e, ji nûçegihanê me re diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Behîra yê rojavayê navçeya Amûdê gule li wan reşandin. Di encamê de Ebdulezîz Derbo (49) ji piştê xwe de birîndar bûye. Şêniyan jî ew rakiriye Nexweşxaneya Gel a navçeyê.

Adil Derbo yê bi welatiyê birîndar re li nexweşxaneyê bû, da zanîn ku dema çûne zeviyên xwe yên nêzî sînor av bidin, leşkeran gule li wan berandiye.

Li gorî agahiyan, Ebdulezîz Derbo ji nexweşxaneyê derketiye û rewşa wî aram e.

(şx)

ANHA