Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan

Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan bi çalakiyên werzîşî û pêşbirka pirsan li avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê hat destpêkirin. Festîval wê 3 rojan berdewam bike û dê 5`ê Gulanê de bi xelatkirina xwendekaran bi dawî bibe.

Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan
Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan
Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan
Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan
Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan
Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan
3 gulan, 2023   17:18
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava ji bo xwendekarên di xewgehan de dimînin, Festîvala Biharê ya 1`emîn ya Xewgehan li bexçeyê avahiya Zanîngeha Rojava ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Îro roja yekemîn a fastîvalê bû. Di wê çarçoveyê de 5 çalakiyên werzîşî û pêşbirka 50`î pirsên çandî li dar ketin.

Di çalakiya îro de xwendekar, malbatên xwendekarên li herêmê, rêveber û mamosteyên Zanîngeha Rojava amade bûn.

/ar/uploads/files/2023/05/03/171349_canda-xelil.webp

Endama Meclisa Xwendekaran Canda Xelîl axivî û destnîşan kir ku ji ber hewldanên helandinê û piştafinê ku desthilat li dijî ciwanan dimeşînin, xwendekar ji nasname û çanda xwe dûr ketibûn û got: “Em hewl didin ku bi rêya vekirina zanîngehan li herêmên rizgarkirin û lidarxistina mîna van çalakiyan ciwan li rastiya civaka xwe vegerin.”

Canda bal kişand ser armanca festîvalê û got: “Piştî ku xwendekaran ezmûnên navîn bi dawî kirin, me xwest ev festival ji wan re bibe bêhinvedanek.”

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

Li gorî Komîteya Amadekar festival heta 5`ê Gulanê ye. Di roja yekemîn çalakiyên werzîşî û pêşbirk hatin lidarxistin. Di roja duyemîn de dê muzîk, helbest werin pêşandan û serdana xwegehan bê kirin. Di roja sêyemîn de dê pêşbirka xwarinê bê lidarxistin. Xwendekarên di vê pêşbirkê de bi ser kevin, dê werin xelatkirin.

Ji bo nirxandina çalakiyên festîvalê, jurî hat avakirin ku ji Rêveberiya Xewgehên Xwendekaran û Zanîngehê pêk tê.  

Xewgehên Zanîngeha Rojava, li bajarê Hesekê, bajarokê Rimêlan û bajarê Qamişloyê ne. Çaverê ye ku 75 xwendekar tev li festîvalê bibin.

(sb/şx)

ANHA