Civîna li Moskovê û kuştina serçeteyekî DAIŞ`ê di rojeva medyaya erebî de ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de û îdiayên dewleta Tirk ên kuştina serçeteyê DAIŞ′ê kir.

Civîna li Moskovê û kuştina serçeteyekî DAIŞ`ê di rojeva medyaya erebî de ye
3 gulan, 2023   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rêveçûna nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de nivîsand.

Çavkaniyekî dîplomasiyê yê rûsyayî ji Şerq El Ewset re li ser mijarê got wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê dê di 10′ê Gulanê de li Moskovê dê civînekê li dar bixin, da ku rêveçûna normalîzekirina di navbera Şamê û Enqerê de nîqaş bikin û gelek dosyayên girêdayî geşkirina şansên lihevkirina siyasî li Sûriyeyê çareser bikin.

Çavkanî anî ziman ku li Moskovê û paytextên din ên têkildar, ji bo bidawîkirina amadekariyên vê hevdîtinê tevgereke zêde heye. Pisporên hemû saziyên Rûsyayê ji bo serkeftina vê civînê rojane xebatan dikin, rojevên ji bo çareserkirina rewşa Sûriyeyê û çareserkirina dosyayên nakok ên di navbera Şam û Enqereyê de gotûbêj dikin.

Hat destnîşankirin ku dema dawîn a ji bo vê civînê hatiye diyarkirin 10`ê vê mehê ye û dê Moskov wezîran vexwîne.

Çavkanî diyar kir ku lihevkirina têkiliyên di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de bi awayekî sabit pêk tê û hemû hewldanên astengiyê dê bi bin bikevin. Ji bilî destpêkirina çareserkirina rewşan li Sûriyeyê ji hemû aliyên aborî û mirovî ve, vegera serweriya Sûriyeyê û parastina yekitiya xakê, tune ye.

ERDOGAN LI SER RÊBAZA AMERÎKAYÊ DAIŞ′Ê BI KAR TÎNE

Rojnameyên erebî li ser îdiayên hedefgirtina serçeteyê DAIŞ′ê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şopandin. Li ser vê yekê rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivîsand: "Hemwextî hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê ku tê de dosyaya Sûriyeyê roleke girîng dilîze, Enqereyê ragihand ku di operasyoneke ewlehî-leşkerî li Cindirêsê de ku di bin kontrola komên girêdayî dewleta Tirk de ye, serçeteyê DAIŞ′ê Ebû Hisên El Qureşî kuştiye. MÎT′a Tirk bi bîr xist ku serçete di dema girtinê û dorpêçkirina mala tê de xwe vedişart, xwe teqandiye. Vê yekê bi taybet ji ber eşkerenekirina cenazeyê wî û dema wê ya hemwextî hilbijartinên Tirkiyeyê, gelek guman çêkirin. Ev yek dîmena di dema hilbijartinên Amerîkayê de tîne bîra mirov ku wê demê Washingtonê li dijî fermandarên rêxistinên “cîhadîst” ji bo hin armancên têkildarî hilbijartinan, operasyon pêk anîn. Çavkaniyên Amerîkayê bi awayekî neyekser gumanên xwe li ser vê hedefgirtinê tînin ziman û dibêjin “tu agahiyên ku vê îdiayê piştrast dikin, tune ne.”

(fr)