​​​​​​​Agahî ji penaberên sûriyeyî nayê wergirtin

Ji çarşema borî ve peywendî bi penaberên sûriyeyî yên ji beravên Cezaîrê ber bi Spanyayê bi rê ketine, qut bûye.

​​​​​​​Agahî ji penaberên sûriyeyî nayê wergirtin
3 gulan, 2023   06:56
KOBANÊ

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku peywendî bi 16 penaberên sûriyeyî yên ku ji beravên bajarê Wahran ê Cezaîrê di Deryaya Spî re bi rê ketine, qut bûye.

Navendê ku agahiyên xwe spartin xizmên penaberan, destnîşan kir ku hêviyên dîtina wan bi saxî, kêm in.

Li gorî navendê, keştiya penaberan çarşema borî (26`ê Nîsanê) ji beravên bajarê Wahran ê Cezaîrê ber bi beravên Spanyayê ve bi rê ketiye. Xizmên penaberan got ew nikarin agahıyö ji zarokên xwe wergirin.

Piraniya penaberên ku di wê keştiyê de ne, ji Kobanê ne.

Di 3`yê Cotmeha 2022`yan de li beravên Cezaîrê li nêzî bajarê Wahran keştiyeke penaberan noqî avê bûbû. Di encamê de 18 penaberên ku piraniya wan sûriyeyî bûn û 9 ji wan ji Kobanê bûn, jiyana xwe ji dest dabû.

(c)