Gelo serdana Reîsî destpêka vegera Sûriyeyê li civata Ereban e? - Fereh Sabir

Gelo serdana Reîsî destpêka vegera Sûriyeyê li civata Ereban e? - Fereh Sabir
3 gulan, 2023   08:43

Îro serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Sûriyeyê dike. Ji 2011`an de ev cara yekemîn e ku serokekkomarekî Îranê tê Şamê. Ji ber geşedanên bilez ên li herêmê, ev serdan xwedî girîngiyeke mezin e.

Tişta balkêş di serdanê de ew e ku tevî Reîsî şandeyeke aborî jî heye.

LIHEVHATINA SIÛDÎ-ÎRANÊ Û GUHERTINA JEOSTRATEJÎK A LI HERÊMÊ

Li gorî hemû nîşaneyan, serdana Reîsî di çarçoveya lihevhatina Erebistana Siûdî-Îranê de pêk tê ku li Yemenê û heta Lubnan û Sûriyeyê gelek bandorên erênî kirin.

Berdewamkirina têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de û rakirina ambargoya li ser rejîma Sûriyeyê, hişt ku ev serdan pêk were. Bi vê serdanê Îran dixwaze vegera rejîma Sûriyeyê li civata Ereban kontrol bike. Îran hewl dide ji mijûlbûna Rûsyayê bi Ukraynayê ve, sûdê wergire û destkeftiyên xwe yên li Sûriyeyê zêdetir bike, nexasim ku Rûsya rola sereke li Sûriyeyê dilîze û rejîma Sûriyeyê ji cezayên giran ên navneteweyî diparêze.

ARMANCÊN ÎRANÊ LI SÛRIYEYÊ

Li gorî zanyariyan, tê texmînkirin ku di vê serdanê de gelek doz dê werin nîqaşkirin anku ev serdan dê ne ji rêzê û rûtîn be. Tê de dê gelek protokol û peyman bên îmzekirin. Ji ber ku Îran hewl dide ji rejîma Sûriyeyê sûdê wergire, nexasim ku tê gotin Îranê heta niha nêzî 20 milyar dolar wek alîkariyên aborî û leşkerî ji bo Sûriyeyê xerc kirine. Dema ku Sûriye li dewletên Ereban vegere, dê pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê ya bi milyar dolaran dest pê bike. Îran jî hem dixwaze di vê yekê de beşdar bibe û sûdê jê wergire, hem jî dixwaze rejîma Esed, wan pereyên ku Tehranê dane wê, lê vegerîne.

Her wiha Îran dixwaze xwe di aliyê leşkerî de li herêmê xurttir bike û cihekî stratejîk ê li ser Deryaya Spî bigire û dest deyne ser zeviyên petrol û fosfatê û şîrketên peywendiyan. Hin çavkaniyan da zanîn ku Îranê beramberî deynên li ser Şamê dest daniye ser nêzî 5 hezar hektar erdên çandiniyê yên li Sûriyeyê.

Dozeke din jî ya girîng heye ku Îran dixwaze wê bi rêya Şamê pêk bîne, ew jî parastina eniyeke hevgirtinê ya berxwedanê li hember êrişên li dijî herêmê ye. Tehran, ji bo ku li herêmê serweriya xwe berifreh bike û hegemonyaya xwe ya siyasî û leşkerî ferz bike, vê eniyê wek amûreke xwe ya jeostratejîk dibîne. Li aliyekî din, piştgiriya vê eniyê nexasim desteka leşkerî ya ji rejîma Sûriyeyê re, di destê Îranê de kaxizeke zextê ya girîng e ku li hember hevrikên wê yên rojavayî bi kar bîne. Bi taybet di danûstandinên nukleerî yên bi amerîkiyan re. Wek encam, hilweşîne rejîma Sûriyeyê, dê destpêka bidawîbûna vê eniyê be.

RÛSYA Û XURTKIRINA DESTKEFTIYÊN STRATEJÎK

Rûsya jî bi awayekî kûr ketiye nava aloziya Sûriyeyê. Ji dema ku li ser daxwaza fermî ya rejîmê hêzên wê derbasî Sûriyeyê bûne, Moskovê destpêkê xwest pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe. Ji bo wê hewl dide tevî Îran û Tirkiye mijara Sûriyeyê nîqaş bike. Ew hewl dide têkiliyên di navbera Tehran û Enqereyê de bi kar bîne ji bo ku metirsiyên Tirkiye ji holê rake ku doza Sûriye ji bo wê, dozeke herêmî ya girîng e. 

Di Kanûna borî de Rûsyayê ji bo destpêkirina normalîzekirinê di navbera Şam û Enqereyê de, bang li lidarxistina civîna alîkarên wezîrên parastinê yên Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê kir. Piştî wê civînê, Rûsyayê bang li Îranê kir ku di civîna bê de wek aliyê çarem beşdar bibe.  Îran di civîna 25'ê Nîsana borî ya li Moskovê de bi fermî beşdar bû. Rûsya ji nêzîkbûna Şamê û Tirkiyeyê armanc dike ku Tirkiye rihet bike û derfetê bidiyê ku herêmeke tampon bi kûrahiya 40 kîlometreyan li Sûriyeyê ava bike, Rêveberiya Xweser di navbera rejîmên Şam û Enqereyê de tengav bike. Ji ber wê Moskov li rejîmê israr dike ku normalîzekirinê pêk bîne. Helbet Pûtîn dixwaze ku tevî Rûsya, Îran jî bike navbeynkarê vê normalîzekirinê.

Moskov amadekariya hevdîtineke di navbera serokên Sûriye û Tirkiyeyê dike, ev jî ji bo Erdogan derfeteke baş e da ku di hilbijartinên bê de dengên zêdetir qezenc bike. Serkeftina Erdogan di hilbijartinan de ji bo Pûtin girîng e, her wiha nêzîkbûna Şam ji Enqereyê, destkeftiyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê zêdetir dike.

Xuya ye ku hewldanên Rûsyayê di pêkanîna hevdîtina wezîrên karên derve yên Sûriye, Tirkiye û Îranê de encamdar bûn. Lê belê pirsa cewherî ev e; gelo serdana Raîsî dê bikare destkeftiyên Îranê yên li Sûriyeyê biparêze? Nexasim ku bayê guhertinê li hemû eniyên Sûriyeyê rabûye. Nemaze vegera Sûriyeyê li hemêza erebî ku Îran qet naxwaze ev pêk were. Ji ber ku dê destkeftiyên wê yên siyasî û stratejîk ku ji destpêka aloziyê ve bi dest xistine, ji dest bide. Lê diyar e ku nêzîk e çareseriyek li gorî her kesî were dîtin.   

* Akademîsyena Zanîngeha Bexdayê