Hilbijartineke di rewşa şer de - Rauf KARAKOÇAN

Hilbijartineke di rewşa şer de - Rauf KARAKOÇAN
3 gulan, 2023   00:30

Bi çend rojan beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê, siyaset germ û gur dibe. Ji bo kesên li ser desthilatê jî dê hinekî zehmet be ku têkçûna di hilbijartinê de qebûl bikin. Dema mirov li zimanê endamên AKP'ê dinêre, xuya ye derketine meydana şer. Heta siyasetmedarên bê qedr û qîmet jî hene ku hilbijartinê wek 'şerê rizgariyê' dibînin. Wezîrê karên naxweyî yê Tirk Suleyman Soylu ji hedê xwe jî derbas bû û û dibêje "Em ê ne tenê Kiliçdaroglu, serokê Amerîkayê jî di sindoqê de defin bikin û em ê aştiyê bînin Şam, Bexda û Kabîlê." Xwe ji gotina heçku ev hilbijartin dê bibe destpêka 'dagirkirina cîhanê' dûr nagirin.

Gelek sedem hene ku hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê girîng dikin. Beriya her tiştî pêwîstî bi guhertina desthilatê heye. Pirsgirêkên aborî, bi taybetî pirsgirêkên ku di sîstema siyasî ya heyî de derketine holê û gelek sedemên din jî wekî nîrekî danîde ser stûyê gel. Daxwaza gel a xelasbûna ji van zextan jî sedema herî girîng a hilbijartinê ye. Opozîsyon dibêje dê ji dîktatoriyê ber bi sîstema parlamenteriyê ve biçe û li meydanan bayê guherînê yê gel dide pişt xwe û girseyên mezin li meydanan kom dike. Anket û pêşdîtinên têkildarî hilbijartinan jî nîşan didin ku encamên hilbijartinan dê krîtîk bin.

AKP 21 sal e bê navber desthilatdar e û van hilbijartinan ji bo xwe wek 'man û nemanê' dibîne û bi hemû hêza xwe, xwe dayê. Dizane ku heke têk biçe, dê tevî hemû destkeftiyên desthilata xwe ya 21 salan ji siyasetê bê dûrxistin. Hewl dide bi propagandayeke çavnebar û bêvîzyon û bi êrişa li ser Kurdan re, bala gel bikişîne ser xwe.

Dîktator Erdogan û AKP'ya wî bi derfetên desthilatê veguherîne rêxistineke sûc. Wan dubendî xist nava gel û siyaset qirêjî kir. Pergaleke talan û şêlandinê ava kirin, derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar anîn û di her warî de ev yek berbelav kirin. Ji bo tepeserkirina gel hiqûq ji xwe re kirin çovek û şer li Kurdan ferz kirin. Di encamê de jî westiya û hate ber têkçûnê.

Yekane hêza ku Erdogan û AKP'a wî têk dibe, tevgera azadiyê ya Kurd û hêza wê ya birêxistinbûyî ye. Gelê Kurd xwedî vîneke xurt e û rêbertiyeke wê heye ku xwedî hêza temsîliyeta wê ye. Yên ku ev hêz li ber çavan negirt, ji têkçûnê nefilitîn. AKP di hilbijartinên şaredariyan de têk birin, lê encam bi dest ve neanîn. Niha dem hatiye ku AKP di hilbijartinên giştî de winda bike. Ev encam nîşan dide ku yên ku vê hevkêşeya siyasî fêm nekin, yên ku bi diyalektîka kurdî nizanin, nikarin ji vê encamê xelas bibin. Em hêvî dikin ku hin endamên opozîsyonê ku têkildarî tevgera siyasî ya kurdî devdirêjiyê dikin, ji van encaman ji xwe re dersekê bigirin.

Di têkbirina faşîzma AKP'ê de her kes dê hewl bide parekê ji xwe re bibe. Bê guman her aliyekî bandora xwe heye û dê bibe jî. Lê belê hêza diyarker a rasteqîn, Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd e. Rastiya PKK'ê ye ku li dijî her tiştî li ber xwe dide, berdêlên giran dide û bê navber têkoşînê dimeşîne û AKP’ê têk dibe. Heke ev rastî dernekeve holê, wê çaxê ya din êdî hema wekî Don Kîxotê Cervantes e.

Xuya ye desthilata faşîst fêm kiriye ku wê têk biçe, lê xuya ye dest jê bernade. Hêrsa herî mezin li dijî Kurdan e ku dê encama hilbijartinan diyar bikin. Ji ber ku berxwedana Serok Apo jî qedera van hilbijartinan diyar kir. Dema ku ji hevdîtinên ku dihatin gotin li Îmraliyê pêk hatine encam negirtin, bi hêviya ku ji pêla tundiyê alîkariyê bistîne, êriş û operasyonên qirkirinê dane destpêkirin. Beriya hilbijartinê dest bi girtinan kir. Dibêjin qey bi bêdengkirina çapemeniya azad dê encamê bi dest bixin lê bi xwe jî dizanin ev yek pûç e.

Zêdekirina Huda-Parê ya li tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê tengijîna wê nîşan dide. Bi tifaqeke faşîst a herî paşverû ya Tirkiyeyê re, tevî aliyên nîjadperest û yên xwedî heman îdeolojiya DAIŞ’ê, hêviyên xwe bi derketineke dawîn ve girê dan. Tifaqa bi bermahiyên siyasî yên Hizbulkontrayê re nîşaneya fermî ya têkçûna AKP-MHP'ê ya faşîst e. Ev tifaqa hilbijartinê her wiha organîzasyoneke DAIŞ’ê ye. Li ku derê DAIŞ hebe, helbet dê têkoşîneke dijber jî hebe.

Her ku meydanên hilbijartinê germ û gur dibin, gotinên desthilatdaran jî dişibin atmosfereke şer. Fikar gelekî zêde ne ku dê hilbijartineke ne asayî be. Desthilatek heye ku dixwaze xwînê birijîne, rê li ber provokasyonan vedike û heta wan teşwîq dike. Tevî çalakiyên ku hilbijartinan asteng bikin jî, her tişt dikare bê hêvîkirin. Ji ber ku em dikevin nava 2 hefteyên dawîn ên beriya hilbijartinan, dibe ku daholên şer gurtir bibin.

Wek encam; serdemeke krîtîk heye ku divê her kes ji her tiştî re amade be. Dê textê AKP'ê yê 21 salan bê hilweşandin. Kurd dê wek hêza diyarker a vê hilbijartinê dîrokê binivîsînin û wê bibin pira derbasbûna ber bi demokrasiyê ve.