​​​​​​​ʹBeyannameya Rêveberiya Xweser nimûne yeʹ

Siyasetmedaran diyar kir ku beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, ji bo herêmên din ên Sûriyeyê dikare bibe mînak.

​​​​​​​ʹBeyannameya Rêveberiya Xweser nimûne yeʹ
3 gulan, 2023   01:24
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18ʹê Nîsana borî de beyannameyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kir. Beyannameya ku ji 9 xalan pêk tê, teqeziyê li ser mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê dike, her wiha teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk û domandina têkoşîna li dijî terorê dike. Her wiha li gorî wê, berhemên Sûriyeyê milkê tevahî gel in ku divê bi awayekî adilane werin parvekirin.

/kr/uploads/files/2023/05/02/201224_-large.webp

Serokê Nivîsgeha Lêkolînan a Hesekê ya Partiya Muhafizekaran Hesen El Hesen bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna diyalogan bi hikumeta Şamê û aliyên din ên sûriyeyî re gelek însiyatîfên çareseriyê pêşkêş kirin.

ʹBEYANNAMEYEKE ZELAL Eʹ

Hesen El Hesen diyar kir ku di demekê de ku hêzên herêmî têkiliyan bi hikumeta Şamê re vedigerînin û civata navneteweyî rewşa li Sûriyeyê ji bîr kiriye, beyannameya Rêveberiya Xweser hat eşkerekirin û got: "Beyannameya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye, zelal e û realîst e, ji bendên girîng ên ji bo çareserkirina aloziyê pêk tê."

El Hesen destnîşan kir ku beyanname ji bo herêmên din ên Sûriyeyê dikare bibe nimûne û wiha domand: "Beyanname rewşeke demokratîk, pirreng û nenavnedî nîşan dide. Ji bo pêkanîna vê beyannameyê em ê piştgiriyê bidin. Em ê nêrînên xwe bidin ku li gorî rastiya li Sûriyeyê be, em ê ji bo pêkanîna aştî, jiyana hevbeş û demokratîk bixebitin."

Hesen El Hesen diyar kir ku wek beşeke berfireh a gelê Sûriyeyê, bi taybetî eşîrên herêmê piştgiriyê didin “beyannameya ji bo tevahî sûriyeyiyan.”

ʹJI BO PÊKANÎNA EWLEHIYÊ DI TEVKARIYÊ DE BI ISRAR INʹ

/kr/uploads/files/2023/05/02/201242_-large.webp

Endamê Meclisa Hesekê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulfetah Fatimê anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû desteyên xwe yên siyasî û dîplomatîk bang li civaka Sûriyeyê û aliyên têkildar dike ku bi rêbazên guncaw aloziya Sûriyeyê çareser bikin.

Ebdulfettah Fatimê destnîşan kir ku ji bo gihandina welat ber bi aramiyê ve ew di tevkariyê de bi israr in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zîhniyeta kevn bi kêrî pêvajoya heyî nayê. Pêwîstiya me bi zîhniyeteke nû heye da ku vê pêvajoyê derbas bikin û bi pergala federalîzma pirrengî projeyekê ji siberoja gelemperiya xwe deynin.”

(bb)

ANHA