Derbarê meclisan û paradîgmaya komunan de ji bo Modernîteya Demokratîk pêşniyarek-MEHEMED FARUQ

Derbarê meclisan û paradîgmaya komunan de ji bo Modernîteya Demokratîk pêşniyarek-MEHEMED FARUQ
12 îlon, 2025   09:31

Rêber Apo’yê ku avakarê paradîgmaya Modernîteya Demokratîk, di tezên ku li ser rêxistina civakî pêş xistine nav pêvajoya dîrokî de têgînênên dîrokî xistiye nîqaşê û bi taybet têgînên wek komîn û meclîsan derxistiye pêş. Nirxandinên xwe yên dawî de jî rêxistinbûyinên komînan dinirxîne lê qet behsa meclîsan nake. Ev rewş tesadufî ye an berhema tercîheke paradîgmasal û gihîştandina encama nirxandinên kûr yên dîrokî ye? Di vê mijarê de niha tiştekî teqes gotin ne mumkun e.

PAŞXANEYKA SOSYOLOJÎK Û DÎROKÎ: BI SÎNORKIRINA MECLÎSAN

Yewnanîstana kevnar ya ku têgîna meclîsê yekem car hatiye bikaranîn ne wek avahî  îradeya rasterast ya gel, wek saziyeke rêxistinkirî ya elîtan derdikeve li hember me. Di Yewnana Antîk de meclîsa welatiyan ku wek demokrasiya Atînayê tê zanîn de kole, jin û ecnebî derve hatine hîştin, organîzasyoneke tenê hemwelatiyên mêr ên hîn beşan têne temsîl kirin. Ji ber vê di cewhera xwe de wek saziyeke demokratîk na antî demokratîk hatiye bi karanîn. Hannah Arendt pirtûka xwe ya bi navê Rewşa mirovî de diyar dike ku di Yewnana Kevnar de Meclîsên Welatiyan azadiya polîtîk tenê dane beşeke bi îmtiyaz. ‘’Qada giştî qada azadiyê bû lê ev azadî li ser hesabê derve hîştina piraniya gel hatîbû ava kirin.’’

Bi heman awayî, di dema Komara Romayê de, senato û meclîsên gel jî tevlêbûna hemû beşên cîvakê na berjewendiyên hîn çînên diyar temsîl dikirin. Sîstemên parlementoyê yên ku di serdema nûjen de di sedsalên 19. û 20. de derketine holê, wek demokratîk dixwiyên, lê di rastiyê de ew derveyê mekanîzmayên temsîliyetê ne, hiyerarşîk in û dûrî îradeya rasterast a gel in. Reber APO balê dikişîne ser vê rewşê û dibêje: “Sîstema parlamenî ya ku di bin navê demokrasiya temsîlî de pêşketiye, nayê wateya xwerêveberiya gel, tê wateya avakirina hêzên nû li ser gel.” (Öcalan, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk).

Ji ber vê yekê meclîs ji aliyê dîrokî û sosyolojîk ne bi demokrasiya rasterast weke pêkhateyên ku bi temsîliyet û hiyerarşiyê ve bûne yek tên naskirin.

KOMUN: DEMOKRASİYA RASTERAST Û XWEZAYA CİVAKÎ

Reber APO, di manîfestoya xwe ya herî dawî de, tenê têgeha komunê radixe ber çavan û qet behsa meclîsan nake. Divê mirov bifikire, eceb ev yek tê wateya redkirina bi zanebûn a vê mîrateya têgînî ya dîrokî-sosyollojîk? Komun forma xwezayî ya civakîbûnê ye. Ji civakên xwezayî bigire heya Komuna Parîsê û tecrubeyên populîst ên îro, komun avahiyek ji hiyerarşiyê re girtî ye û biryaran de tevlîbûna rasterast ya gel esas digre.

Proudhon di berhema xwe ya bi navê Ramanên Şoreşa Giştî de komunan wekî “hucreyên jiyana civakî” pênase dike û dibêje “Her komun heta karê xwe bi îradeya xwe bi rêve nebe azadî pêk nayê.’’ Bi heman awayî, Murray Bookchin jî di xebata xwe ya Ekolojiya Azadiyê de, rêxistinên komunal yên li ser bingeha demokrasiya rasterast diparêze û dibêje : “Yekane rêya gel ya ku di jiyana xwe de rasterast xwedî gotinê, meclîsên herêmî nînin Komunên Konfederal in”

Tecrûbeya Komuna Parîsê di vî warî de xwedî girîngiyeke taybet e. Ev rêxistina ku di sala 1871’an de hate damezrandin, ne li ser avahiyek nûnerî ya mîna meclîsê, lê li ser rêxistina rasterast a komunên herêmî bû. Her komunekê di derbarê jiyana xwe de biryarên xwe didan, lê mijarên ku rasterast bandor li jiyana komunên din dikirin jî her tim ji nû ve nîqaşan re vekirî dihîştin. Tu Komuneke jor biryarên komunên jêr ‘kêm’ an jî ‘şaş’ îlan nedikir û li ser navê wan biryar nedigirt. Ev yek ji mînaka herî şênber ya demokrasiye ye. Marx di nivîsa xwe ya li ser Komuna Parîsê de vê avahîyê wekî “ezmûna yekem a hilweşîna dewletê û xwerêveberiya gel” pênase dike.

MECLÎS – DİJBERİYA KOMUN Û TERCÎHA PARADÎGMATÎK

Di bingeha van nêrînan de bi karneanîna Rêbertî ,têgîna meclîsê ya di manîfestoyê de divê mirov wek tercîheke semantik negire dest. Ev jî dibe ku were wateya vegotina şîroveyek nû ya paradîgmatîk. Ji ber ku, weke ku di serpêhatiyên dîrokî-civakî de jî tê dîtin, meclîs di nava xwe de rîska hilweşandina îradeya komunan û vegerandina têkiliyên hiyerarşîk dihewîne.

Di xebata xwe ya Împaratorî de, Hardt û Negri balê dikişînin ser bêserûberiya pergalên nûnertiyê li hember demokrasiya rasterast û wiha dibêjin:  “Nûneratî  îradeya gel temsîl nake tunebûna gel organîze dike’’ Ev nêrîn diyar dike ku çima  meclîs li hember paradîgmaya civaka demokratîk risk avadikin.

Ji ber vê yekê komun bingeha paradîgmaya civaka demokratîk in. Ger meclîs li ser komunan bên avakirin û mekanîzmayên biryargirtinê li wir bên girtin wê deme hebûna komunan dikeve asteke sembolîk û cevhera civakê bêfonksîyonel dibe. Reber APO di vê xalê de tespîteke zelal dike: “Komun hucreya bingehîn ya neteweya demokratîk e; Ger hucreya bingehîn ne xurt be, laş jî nikare xurt be.”

ANALÎZEK Lİ SER PERGALA XWESER YA DEMOKRATÎK YA BAKURÊ ROJHİLATÊ SÛRİYÊ

Sîstema Xweser ya Demokratîk a ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, laboratûara herî şênber ya modernîteya demokratîk e. Lê dîsa jî têgeha meclîsê di nava vê pergalê de cihekî girîng digire. Pêkhateyên wekî meclîsên gel, meclîsên kantonan û meclîsên boyutan hene. Her çiqas ev avahî di warê xebata demokratîk de hin fonksiyonan pêk bînin jî, ji ber ku di rastiya xwe de li ser prensîba nûnertiyê hatiye fikirandin prensîba jiyana komînal ya rasterast qels dike.

Wek mînak, meclîsên kantonan, meclîsên boyutan an jî meclîsên gel xwedî wê potansiyele ne ku li ser biryarên komunên herêmî biryarên cûda bidin. Di vê rewşê de îradeya komunan di bin siya saziyeke bilind de dimîne. Ev rewş di warê paradîgmatîk de modernîteya demokratîk zêdetir meyla ku nêzî mantiqa temsîlî û hiyerarşîk a modernîteyê re derdixe holê.

Ji ber vê yeke mirov dikare pêşniyareke wiha pêş bixe; Li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, ne bi hilweşandina meclîsan, di bin navê “Yekitiya Komunan”, “Komuna Komunan” an jî “Komungeh” ve rêxistinên nû dikarin bên avakirin. Divê ev avahî, berovajî karaktera nûnertiya meclîsan, tene di navbera komunan de koordinasyon avakirin û danustandinan pêk bîne.

PÊŞNİYARÊN RÊXİSTİNKİRİNÊN ALTERNATÎF

1 - Yekîtiya Komunan: Di navbera komunên herêmî de têkilî û hevgirtinê pêk tîne. Ew ne mekanîzmayek biryarêye, lê qada nîqaş û koordînasyonê ye.

2 -  Komungeh: Ew ne cihê hemî komun tê de werin temsîl kirinêye, lê qada civînê ya wekhev e ku tê de mijarên hevpar têne nîqaş kirin e. Biryarên ku li vir têne girtin ne mecbûrî ne, wek pêşniyar in.

3 - Konfederasyona Komunan: Ew toreke koordînasyonê ya siste  ku ji aliyê komunên ku di erdnîgariyeke diyarkirî de li hev dicivin pêk tê. Ji navendîbûnê re girtî ye.

Ev pêşniyarên ku di heman demê de bi feraseta Bookchin ya konfederalîzmê re hevaheng in, wek Rêber Apo jî di manîfestoyê de dîyar dike ku ew li gorî paradîgmaya “Civakîbûna Navendîbûna Komunê” ye . Di heman demê de ew bi prensîbên demokrasiya rasterast a ezmûna Komuna Parîsê re hevaheng e

ENCAM

Meclîs bi giranî di wateya fonksiyona xwe ya dîrokî û civakî de hetê zêdetir bûye saziya elîtan û nûnertiyê. Li aliyê din komun rengekî rêxistinbûna xwezaya civakî, demokrasiya rasterast û beşdariya azad e. Ji ber vê sedemê Reber APO, manifestoya herî dawî de cîhnedayîna têgeha ‘meclîsê’ de dixwaze bal bikşîne li ser pirsgirêkbûna ezmûnên dîrokî û heyî yên pêkanîna meclîsan ji bo civakek demokratîk.

Sîstema Xweser a Demokratîk a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, weke ezmûneke ku vê paradîgmayê dide jiyîn, divê şêwazên rêxistinê yên li ser meclîsan ji nû ve bifikire; Divê di cihê wan de bi navendîbûna komunan ve li ser modelên hîyerarşiyê re girtî nîqaş bên pêşxistin. Ji ber ku ev rewş tenê pêwîstiyeke teorik nîne, di heman demê de rê ji bo pêvajoyeke nû ya ku temînata azadiya civakî û demokrasiya rasterast re jî vedike.