Tehran hewl dide li Sûriyeyê xurttir bibe, normalîzekirina Sûriye-Tirkiyeyê jî tevlîhevtir e

Îran hewl dide serweriya xwe li ser hevalbenda xwe Sûriyeyê ferz bike, mijara normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê jî piştî daxuyaniyên nakok ên her du welatan zêdetir tevlihev bûye.

Tehran hewl dide li Sûriyeyê xurttir bibe, normalîzekirina Sûriye-Tirkiyeyê jî tevlîhevtir e
3 gulan, 2023   07:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên cîhanê di hejmarên xwe yên îro de cih da hewldanên Îranê yên xurtkirina hêza xwe li Sûriyeyê û têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê.

‘SEROKKOMARÊ ÎRANÊ JI BO XURTKIRINA SERWERIYA TEHRANÊ SERDANA SÛRIYEYÊ DIKE’

Di raporeke rojnameya Financial Times a Brîtanyayê de behsa sedemên serdana serokkomarê Îranê ya ji bo Sûriyeyê hat kirin û hat gotin: “Ev serdan hewldaneke ferzkirina serweriya Tehranê li ser hevalbenda wê ya kevn e, ku di heman demê de amadekariyên ji nû ve avakirinê li welat tên kirin.”

Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Serdan di demekê de tê kirin ku hin dewletên Ereban ên ku têkiliyên xwe bi Şamê re qut kiribûn û piştgirî dabû opozîsyonê, peywendiyên demkî bi Şamê re datînin.

Şîrovekarekî siyasî ku li Tehranê dimîne, got: “Serdana Reîsî ji bo wê ye ku hêza xwe nîşan bide û bibêje va ye me Esed li ser desthilatê hişt û em ê hebûna xwe ya bihêz li herêmê biparêzin. Îran dixwaze di dema aştiyê de jî gotin a wê be.”

Tehranê dest danî ser hin kanên fosfatê yên li Sûriyeyê ku jêdereke girîng a madeyên xam ên ji bo hilberandina semadê ye. Her wiha hêvî dikin ku firotina madeyên xwarinê, petrokîmya, madeyên înşaetê û endazyariyê ji bo Sûriyeyê zêdetir bike û hewl dide di warê peywendiyan de jî veberhênanan bike.”

‘NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN SÛRIYE-TIRKIYEYÊ JI TEXMÎNAN TEVLIHEVTIR E’

“Normalîzekirina Sûriye-Tirkiyeyê ji texmînan tevlihevtir e”. Di bin vê sernavê de rojnameya Ereb News a Siûdiyê analîzek belav kir û nivîsand: “Li pêşiya nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê gelek astengî hene ku dihêlin normalîzekirina têkiliyên her du welatan ji texmînan zêdetir tevlihev bin.

Daxuyaniyên nakok ên Sûriye û Tirkiyeyê hêviyan kêm dikin. Di daxuyaniyên Sûriyeyê de behsa gelek dosyayan û ya herî girîng behsa vekişîna artêşa Tirkiyeyê ji axa wê hat kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Enqere piştgiriyê dide hevbendiya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê, ya ku rejîma Sûriyeyê wê wek rêxistineke terorîst dihesibîne.

Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê jî ku gotibû di siberoja nêzîk de hêzên Tirkiyeyê ji Sûriye û Iraqê venakişin.

Li gorî analîza rojnameyê, ev her du daxuyaniyên dijber nîşan didin ku rêya normalîzekirinê ketiye pêvajoya tevliheviyê ku di demeke nêz de nikare bê çareserkirin û dibe ku encamên ters ku rageşiya di navbera her du welatan de derxe, bi xwe re bîne.”

(c)