Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye

Li kantona Şehba ya dorpêçêkirî ji ber tunebûna dermanan jiyana bi dehan nexweşiyên gurçikan di xetereyê de ye.

Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Ji ber ambargoyê jiyana nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
2 gulan, 2023   13:16
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN- XIYAS ŞEMSEDÎN

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, gelek ziyan gihaştin qadên jiyanî, bi taybet qada tenduristiyê. Ji ber tunebûna dermanên pêwîst û rawestandina alavên tibî jiyana nexweşan di xetereyê de ye.

Welatiyê bi navê Mihemed Şurkî Mihemed ku nexweşiya gurçikan pê re heye, ji ber ku hikumeta Şamê rê nade derman derbasî kantonê bidin, tedawiya wî hat paşxistin. Nîşaneyên zerbûnê li derdora spîlka çavê wî xuya ne û diyar kir ku bêhna wî diçike. Her wiha anî ziman ku di hefteyekê de divê 3 caran here tedawiya diyalîzê.

Mihemed got xetere heye ku dilê wî bisekine û diyar kir ku 14 sal e nexweş e lê mîna vê demê tu carî derman kêm nebûne.

Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: “Pêwîstiya nexweşên diyalîzê her meh bi 2 kîsên xwînê heye, her wiha pêwîstiya wan bi derziyên epoetîn heye lê ji ber ambargoyê li Şehbayê tune ne."

LÊÇÛNA ÇÛNA NAVENDÊ GIRAN E

Welatiyê bi navê Fewzî Dawûd Omer (60) jî li gundê Til Şeîr e. Fewzî Dawûd Omer her hefte diçe navenda diyalîzê ya li Til Rifetê da ku gurçikên xwe bişo.

Ji ber kêmbûna sotemeniyê ambulansên Desteya Tenduristiyê yên ku nexweşan dibin û tînin, sekinîn. Lewra Fewazî Omer neçar dimîne mazotê ji sûkên reş bi 80 hezar lîreyên Sûriyeyê bikire da ku pê erebeya xwe bişixulîne û biçe navenda paqijkirina xwîne.

Pêwîstiya Fewzî Omer hefteyekê du caran bi diyalîzê heye, ji ber vê yekê di mehekê de zêdetirî 640 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo çûn û hatina navendê dide.

Lê Fewzî Omer û nexweşên din ji ber tunebûna derman û madeyên pêwîst neçar mane.

'AMBARGO GIRANTIR DIBE’

Cîgira hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Hisên diyar kir ku ambargo tevahî navendên tenduristiyê bi xetereyê re rû bi rû dihêle û got: "Ev yek rasterast bandorê li jiyana bi hezaran nexweşxan dike."

Bêrîvan Hisên destnîşan kir ku desteyê heta ji destê wê tê madeyên pêwîst ji bo nexweşên diyalîzê peyda dike. Her wiha da zanîn ku navenda diyalîzê ya yekane ya li kantonê, xizmeta zêdetirî 15 nexweşan dike.

Bêrîvan Hisên got piraniya nexweşên diyalîzê di demên berê de ji ber kêmbûna madeyên pêwîst veguhastin Helebê û diyar kir ku ew rojane xizmetê didin 15 nexweşan.

(bb)

ANHA