Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê

Şêniyên Şehbayê bi merasîmekê şehîdên şeva Newrozê bi bîr anîn û got armanca siyasetên qetilkirin û dorpêçê yên hikumeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, têkbirina berxwedana gel e.

Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê
Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê
Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê
Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê
Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê
Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê
Li Şehba bîranîna şehîdên şeva Newrozê
2 gulan, 2023   12:07
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdasê ya Şehbayê li pêş mala malbata şehîdên komkujiya şeva Newrozê merasîma bîranînê li dar xist.

Di 20′ê Adarê de (şeva Newrozê) ferdên malbateke ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî agirê Newrozê li ser mala xwe pê xistibû û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber pêxistina agirê Newrzoê 4 ferdên malbatê şehîd kiribûn.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em bejna xwe li hember wan şehîdên koletiya çeteyan qebûl nekir û agirê azadiyê pê xist, ditewînin."

Berko wiha domand: "Bi dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve komkujî li dijî şêniyan pêk hatin. Tiştê dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe di şeva Newrozê de kiriye, qirkirina gelê Kurd e.”

Endamê Meclisa Qanûnsaz a kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Naso jî li ser siyasetên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê axivî û got: "Armanca wan ji siyasetên qetilkirin, îmha û dorpêçê gelê li kantona Efrîn û Şehbayê qir bikin."

Naso wiha got: "Sûcên rojane li Efrînê pêk tên û dorpêça hikumeta Şamê li dijî koçberên Efrnê, plana qirkirina gelê berxwedêr e."

Naso di dawiyê got ew li dijî van siyasetan pabendî berxwedanê ne û destnîşan kir ku gel heta rizgarkirina Efrînê û vegerê dev ji berxwdanê bernade.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan û radestkirina wan ji malbatên wan re, bi dawî bû.

(fr)