Artêşa Tirk êrişên xwe bê navber didomîne

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser gerîlayên azadiyê didomîne û Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber bombebaran dike.

Artêşa Tirk êrişên xwe bê navber didomîne
2 gulan, 2023   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên dawîn daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:

“29'ê Nîsanê li Metînayê, artêşa Tirk a dagirker êrişî hêzên me kir. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv da.

1'ê Gulanê saet di 08:20'î de artêşa Tirk a dagirker li Girê Cûdî bi çekên giran êriş kir. Ji bo xweparastinê hêzên me jî bi çekên giran bersiv da.

29'ê Nîsanê, 1 û 2'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Çarçêl, Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdogan û Girê Cûdî tevî qada Deşta Kafya ya Garê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

29, 30'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê derdora gundê Tirvaniş ê Metînayê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Fm û Girê Amediyê, çeperên me yên li Çemço û Sîdayê 2 caran bi helîkopterên êrişê, 15 caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Dagirkeran li Sîdayê hewl dan bi kepçeyan çeperên berxwedanê hilweşînin.”