Hêzên dewleta Îranê werzîşvaneke jin qetil kir

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakvana mafên mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarin Cheng li Îranê hatiye qetilkirin.

Hêzên dewleta Îranê werzîşvaneke jin qetil kir
2 gulan, 2023   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana mafên mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarin Cheng hatiye qetilkirin û cenazeyê wê li qontarê çiyayek yê Tahranê hatiye dîtin.

Hêjayî gotinê ye çalakvan Mehsa Zarin Cheng dema ku piştgirî dayî serhildanên gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û gelek caran di dema serhildanê de hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin. Roja ku wê bi hevalên xwe re biçûya çiyageriyê winda bû. Di heman rojê de rayedarên hikumeta Îranê li ser mala werzîşvan de girtin, dest danîn li ser tiştên wê yên şexsî, malbatê jî daxuyaniyek fermî neda. Di 1’ê Gulanê de cenazeyê werzîşvanê li qontara çiyayek yê Tahranê hat dîtin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku werzîşvan hatiye qetilkirin û gef li malbatê hatiye kirin. Ji malbatê xwestin sedemê mirina wê weke ‘Dema ku hildida çiya ji bilandahiyê ketiye’ diyarbikin û sedemê mirina wê nehat eşkere kirin.

Cenazeyê Mehsa Zarin Cheng di bin dorpêça hêzên hikumetê de li goristana Îlam Beheşt Reza hate definkirin.