Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir
2 gulan, 2023   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 2 salan in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.