Wezîrê karên derve yê Urdinê: Zehmetî li Sûriyeyê pir in

Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safadî destnîşan kir ku zehmetî li Sûriyeyê pir in û pêwîstiya rewşa li wir bi pêvajoyeke siyasî ya bi rêveberiya Ereban heye da ku kirîz çareser bibe.

Wezîrê karên derve yê Urdinê: Zehmetî li Sûriyeyê pir in
1 gulan, 2023   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Urdinê Emanê civîneke pêncalî hat lidarxistin, tê de wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Urdinê, Erebistana Siûdî, Iraq û Misir beşdar bûn. Beşdaran doza Sûriyeyê nîqaş kirin.

Piştî civînê, wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Safadî di civîneke çapemeniyê de aixîv û got: “Zehmetiyên li Sûriyeyê pir in. Civîn baş û erênî bû.”

El Safadî diyar kir ku di civînê de dozên mirovî û yên penaberan û yên alîkariyên mirovî hatin nîqaşkirin û got: "Ji bo çareserkirina kirîza siyasî ya Sûriyeyê ye, ev civîn wek destpêka pêvajoyeke siyasî ya bi rêveberiya Ereban e. Ji bo bi hev re nexşerêya çareserkirina kirîza Sûriyeyê deynîn, me li hev kir ku komîteyekê ji pisporên hemû dewletên beşdar ava bikin."

Ji bo vegera Sûriye li Komkara Ereban di civînê de tu biryar nehat dayîn El Safadî di vî warî de got: “Mijara vegerê, girêdayî dewletên Ereban e û dê di komkarê de li gorî mekanîzmeyên wê ev mijar zelal bibe.”

Wezareta Karên Derve ya Urdinê b daxuyaniyekê piştrast kir ku El Safadî berî civîna pêncalî, bi wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel El Miqdad re bi awayekî dualî civiya, ku wan dozên penaberan, avê, ewlehiya sînor û qaçaxçitiya narkotîkê nîqaş kirin.

(mh/şx)