​​​​​​​`Çareseriyeke misgor dike ku rejîm, Lubnan û NY`yê nekarîn peyda bikin` 

Hunermendê sûriyeyî yê muxalif Semîh Şiqêr beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û amadebûna wê ku penbarên sûriyeyî pêşwazî bike, bi erênî nirxand. Her wiha destnîşan kir ku ev helwesta wê, çareseriyekê misgor dike ku hikumeta Şamê, Lubnan û heta NY`yê nekarî peyda bikin.

​​​​​​​`Çareseriyeke misgor dike ku rejîm, Lubnan û NY`yê nekarîn peyda bikin` 
1 gulan, 2023   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Helbestvan û mûzîkjen ê sûriyeyî yê muxalif Semîh Şiqêr li ser hesabê xwe yê Facebookê der barê beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û amadebûna wê ku penaberan pêşwazî bike, nivîsek belav kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû ku Rêveberiya Xweser amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike.

/ar/uploads/files/2023/05/01/160856_smyh-shqyr.webp

Şiqêr destnîşan kir ku wî îro zanî ku Rêveberiya Xweser, deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî vekirine û bang li rêxistinên NY`yê kiriye ku alîkariya wê bikin da ku şert û mercên pêwîst ji penaberan re amade bikin.

Şiqêr beyannameya Rêveberiya Xweser silav kir û got: “Çareseriyeke misgor dike ku rejîm, Lubnan û NY`yê nekarîn peyda bikin.”

Şiqêr di nivîsa xwe de got : Ev çareserî pêla tundiyê li hember sûriyeyiyên li Lubnanê radiwestîne. Em zanîn ku rewşa li Lubnanê gelek zehmet e û aloziyên dîtir tehemul nake. Lê ji bo ku ev mijar di aliyê siyasî de ji aliyê hin hêzên lubnanî ve neyê bikaranîn, ev çareserî baş e. Ji ber ku em dixwazin têkiliyên baş û xwezayî bi xwişk û birayên xwe yên lubnanî re biparêzin, ez difikirim ku ji bo her kesî ev agahiyeke baş e.”

Şiqêr bang li NY`yê kir ku bi Rêveberiya Xweser re hevkar be û ji bo vegerandina penbaran di zûtirîn dem de, vê însiyatîfê bixin pratîkê û got: “Ez hêvî dikin ku ev însiyatîf di zûtirîn dem de bi hevkariya NY`yê, çalak bibe.”

Şiqêr helwesta Rêveberiya Xweser a li hember penaberan, silav kir û wiha anî ziman: “Ev helwest, zemînekê ji bo hevkariyeke mezintir û kûrtir bi hemû sûriyeyiyan re ava dike. Ew bi xwe re, yekitiya çarenûsê û avakirina pêşeroja Sûriyeyê di dewleta hemwelatîbûn û demokrasiyê de disepîne.”

Hunermendê sûriyeyî Şiqêr li Colanê sala 1957`an ji dayîk bûye û bi stranên xwe yên nîştimanî, siyasî û şoreşgerî tê naskirin. Strana wî ya herî navdar bi navnîşan “Ya hêf” piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di Adara 2011`an de, derxist.