Hefteya Wêjeyî ya Kobanê romana Kurdî gotûbêj kir

Di roja 3`yemîn a Hefteya Wêjeyî ya Kobanê de mijara roman û modernîte bi beşdariya rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîqaşkirin.

Hefteya Wêjeyî ya Kobanê romana Kurdî gotûbêj kir
Hefteya Wêjeyî ya Kobanê romana Kurdî gotûbêj kir
Hefteya Wêjeyî ya Kobanê romana Kurdî gotûbêj kir
Hefteya Wêjeyî ya Kobanê romana Kurdî gotûbêj kir
Hefteya Wêjeyî ya Kobanê romana Kurdî gotûbêj kir
Hefteya Wêjeyî ya Kobanê romana Kurdî gotûbêj kir
1 gulan, 2023   17:40
KOBANÊ

Di 29'ê Nîsana borî de Hefteya Wêjeyî – Dewreya Melayê Cizîrî dest pê kiribû. Di roja yekemîn û duyemîn a hefteyê de, gelek rewşenbîr, helbestvan û hezkiriyên wêjeyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarn.

Di du rojên destpêkê de nasname û felsefeya Melayê Cizîrî, nasnameya kurdî di berhemên wî de hatin gotubêjkirin, çîrok û helbest bi zimanên kurdî û erebî hatin xwendin. tê de rewşenbîr, helbestvan û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di rojên yekemîn û duyemîn de nasname û felsefeya Melayê Cizîrî û nasnameya Kurdî ya di berhemên wî de hatin pênasekirin û çîrok û helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Di roja sêyemîn de, mijara romana Kurdî hat nîqaşkirin. Der barê wê de nivîskarê Kurd Merwan Berakat semînerek da û tê de bal kişand ser girîngiya wêje, zimên û rastiya romana Kurdî û got: "Hin kes dibêjin ku romana Kurdî tune ye, lê belê ew heye. Kiryarên hikumetên dagirker ên Kurdistanê dagir kirine û qedezkirina zimanê kurdî, bandor li wêjeyê û hemû cureyên wê kir."

Berakat wiha domand: "Romana Kurdî kêm ji bo zimanên din tên wergerandin, ji ber wê jî romana Kurdî tenê di çarçoveya civaka Kurdî de dimîne û derbasî cîhanê nabe. Ez bi hêvî me ku navendên wêjeyî yên Kurdî bên avakirin û gavên baş bên avêtin."

Piştre beşdaran li ser agahiya ku Berakat parve kiriye ku romana kurdî ya yekem a nivîskar Ereb Şemo ya binavnîşan “Şivanê kurd” e û gelek mijarên din nîqaş kirin.

Di beşa duyem a roja sêyemîn de Ebdulselam Xoce û Dijwar Zagros helbestên Kurdî û Cela Hemzawî û Fîdan Mihemed helbestên Erebî xwendin.

Tê payîn ku Hefteya Wêjeyî heta sibe bi nîqaşkirina mijara pêşketina romanê di salên dawîn de bidome.

(mh/şx)

ANHA