​​​​​​​Gelo naveroka civîna Emanê çi ye?

Civîna pêncalî ya wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Urdun, Misir, Erebistana Siûdî û Iraqê bi encamnameyekê bi dawî bû. Gelo naveroka wê çi ye ?

​​​​​​​Gelo naveroka civîna Emanê çi ye?
1 gulan, 2023   16:17
NAVENDA NUÇEYAN

Civîna pêncalî ya wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Urdun, Misir, Erebistana Siûdî û Iraqê li paytexta Urdun Emanê ji bo nîqaşkirina aloziya Sûriyeyê li dar ket.

Li gorî ajansa Waa ya Iraqê civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hatiye diyarkirin civîn, destpêka hevdîtinên din in ku dê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bên lidarxistin. Li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmar 2254 e û encamên aloziya mirovî, siyasî û ewlehiyê çareser dike.

Wezîran, pêwîstiya bidawîkirina aloziyê destnîşan kirin bi rêya çareseriyeke siyasî ku yekitî û hevgirtina wê diparêze, hêviyên gelê wê pêk tîne, terorê tune dike, vegereke ewle ji bo penaberan peyda dike û destwerdanên hêzên derve yên nerewa bi dawî dike û lihevhatina nîştimanî pêk tîne û li Sûriyeyê ewlehiyê û rola wê vedigerîne.

Mijara mirovî, gavên pêwîst ku divê di vê qadê de bêne avêtin û gelek mijarên ewlehî û siyasî di rojeva civînê de bû.

Wezîran li ser ajandeyên danûstandinan li hev kir ku dê li rex hewldanên navneteweyî yên têkildarî rewşa mirovî, ewlehî, siyasî berdewam bikin.

Xalên herî girîng ku wezîran li ser li hev kirine ev in :

Li gorî biryarên NY`yê yên têkildar gihandina alîkariyên mirovî û tenduristî bi koordîne û hevkariya hikumeta Şamê û desteyên NY`yê. Di nav de biryar 2642 û 2672.

Vekirina deriyên sînor ên Bab El Selame û El Raî li pêşiya alîkariyên mirovî û tenduristiyê.

Avêtina gavên pêwîst ji bo peydakirina vegereke ewle ji penaberan re.

Xurtkirina hevkariyê di navbera Sûriye û welatên ku penaberên sûriyeyî lê ne. Bi desteyên NY`yê yên têkildarî re koordîne bê kirin, da ku rêwîtiyên vegera dildarî bi rêxistin bike, êşên wan bi dawî bikin.

Çareserkirina aloziya koçberan di nav de doza Kampa El Rukben.

Bi hevkariya hikumeta Sûriye û Urdinê û bi koordîneya desteyên NY`yê birêxistinkirina rêwîstiyên dildarî yên bi hezaran penaberên sûriyeyî. Ku hikumeta Sûriyeyê şert û mercên pêwîst ji bo vegera wan peyda bike. Desteyên NY`yê jî, pêdiviyên jiyanî pyeda bike.

Bi hevkariya hikumeta Sûriye, dewletên têkildar û NY`yê, peydakirina stratejiyeke giştî ji bo xurtkirina ewlehiyê û tunekirina terorê li Sûriyeyê.

Piştgiriya Sûriye bê kirin di her hewldaneke rewa de ji bo berfirehkriina kontrola wê li ser axa wê, ferzkirina serdestiya qanûnê, bidawîkirina hebûna komên çekdar û terorîst li ser axa Sûriyeyê, bidawîkirina destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de li gorî qanûnên navneteweyî û peymana NY`yê.

Li ser gavên çalak ên ji bo çareserkirina ewlehiya sînoran, li hev bikin û peydakirina mekanîzmeyên koordîneya çalak di navbera saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Sûriyeyê û hempîşeyên wê yên dewletên derdorê de.

Berdewamkirina xebatên komîteya destûrê di zûtirîn dem de.

Dewletên tev li civînê bûne, bi dewletên ereb û civata navneteweyî re kar bikin ji bo ku li beramber gavên erênî yên hikumeta Şamê, gavên erênî bên avêtin. Ta ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ku êşa gelê Sûriyeyê bi dawî bike û lihevhatina nîştimanî pêk bîne.

Li gorî encamnameyê wezîran li ser avakirina tîmekê li ser asta pisporan li hev kir da ku pêkanîna encamnameya civînê û diyarkirina gavên bê, bişopîne.

Hate ragihandin ku wezîrên dewletên beşdar dê encamnameya civînê ragihînin dewletên din ên ereb, dost û NY`yê.

(şx)