​​​​​​​Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê

1’ê Gulên Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya Karkeran li  5 navendên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hezaran kesan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de peyamên ji bo têkoşîna yekpare hatin dayîn.

1 gulan, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi minesebata 1’ê Gulanê li kantonên Qamişlo û Hesekê, Minbic, Şehba û Dêrazorê pîrozbahî hatin lidarxistin.

KANTONA QAMIŞLO

Pîrobahiya li Kantona Qamişlo li gundê Mizgeftê yê girêdayî bajarê Tirbesiyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Kedkaran,  TEV-DEM û saziyên sivîl ên civakî û pankartên wekî “1’ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz be” hatin vekirin de, bi hezaran kes amade bûn. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê bi axaftinan dom kir.

Endama Rêveberiya Kongra Star Hêvî Silêman axivî û 1’ê Gulanê li hemû kedkar û gelan pîroz kir. Hêvî Silêman bal kişand ser ked û têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û xwest ku jin têkoşîna xwe bikin yek. Hêviyê bal kişand ser girîngiya felsefeya  Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiyê û got: “Dem dema azadiyê ye, dema tunekirina siyaseta kapîtalîzmê ya ku keda kedkaran tune dike ye”.

Rêveberê Yekîtiya Kedkarên Herêma Cizîrê Şêro Mehemed Şero jî diyar kir ku kedkar stuna Şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ne û dikarin civakê hîn zêdetir pêş bixin. Şêro bal kişand ser têkoşîna yekpare ya ji bo maf û azadiyê û banga bilindkirina xebatan kir. Şêro bang li gelê Bakûr jî kir ku di hilbijartinan de bi dengên xwe AKP’ê têk bibin.

Pîrozbahî bi muzîk û govendê bidawî bû.

KANTONA HESEKÊ

Li Kantona Hesekê pîrozbahî li Gundê Çolbistanê yê girêdayî Dirbêsiyê bi beşdariya sedan kesan pêk hat. Di pîrozbahiya ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hat organîzekirin de rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî amade bûn.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û 1’ê Gulê pîroz kir. Hiso anî ziman ku ev roj di heman demê roja berxwedan û fedakariyê ye û wiha dom kir: “Kedkar di têkoşîna xwe ya cîhanê de bi ser ketin. Kedkar civak bixwe ne”.

Hevseroka Yekîtiya Kedkaran a Hesekê Heyfa El Elî jî 1’ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û kedkaran pîroz kir. Heyfayê da zanîn ku çîna kedkaran beşa têkoşer û fedakar a civakê ye, lewma sîstema kapîtalîst ji bo ku wan li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin gelek zulm li wan kiriye.

Pîrozbahî bi stranên komên muzîkê û govendê bidawî bû.

ŞEHBA

Pîrozbahî li kampa Penaberan a Serdem bi beşdariya hezaran kesan hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin de, piştî rêzgirtinê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin.

Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kontano Efrîn-Şehbayê Gulê Cehfer axivî û 1’ê Gulanê pîroz kir. Gulê diyar kir ku karker û kedkar civakê birêve dibin û got: “Şoreşa me îspat kir ku kedkar fedakarên civakê ne.”

Gulê bal kişand ser dorpêça li ser herêmê û bang li rêxistinên navnetewî û mirovî kir ku ji bo rakirina vê dorpêçê hewl bidin.

Pîrozbahî bi muzîk û govendê bidawî bû.

MINBIC

Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Şaredariyan û Yekîtiya Kedkaran a Minbicê ve li Garaca Şaredariyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku gelek rêvber û endamên saziyên civakî, partiyên siyasî û şêxên eşîran jî beşdar bûn de, Hevseroka Yekîtiya Kedkaran Asya Elêwî axivî. Asyayê bal kişand ser rola kedkaran a di avakirina pergala netewa demokratîk de.

Asyayê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze pergala bi keda zarokên vî gelî hatiye avakirin tune bike û bang li rêxistinên navnetewî kir ku dijî van êrîşan xwedî helwest bin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl û Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Mehemed Elî El-Ebo û Rêveberê Garaja Şaredariya Minbicê Ezîz Hiso jî axivî û bal kişandin ser têkoşîna kedkaran.

Pîrozbahî bi muzîk û govendê bidawî bû.

DÊRAZOR

Li bajarê Dêrazorê jî pîrozbahî li herêma Sebee Kîlo (Heft Kîlo) ji aliyê Meclîsa Sivîl a Bajêr ve hat birêvebirin. Di pîrozbahiya alên TEV-DEM’ê hatin vekirin de, bi stran û govendê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de her wiha karker ji ber keda wan hatin xelatkirin.